Civak

Divê Tirkiyê berpirsiyariya xwe hilde!

Ev demeke li  girtîgehên Tirkiyeyê  nêzî  10.000 girtiyên siyasî di grevên birçîbûnê de ne.

Divê di girtigehên Tirkiyeyê de girtiyek siyasî jî tunebe. Divê tu kes ji bona dîtin û ramanên xwe yên siyasî nekeve girtîgehê.

Nêzikê 700 kes ev 48 roj in di grevên birçûbênê de ne. Rewşa wan geleka xerab in. Ger tedaxulek nehê kirin rîskekê mezin heye gelek kes ji wan bimrin. Berpirsiyarî berîya her tiştî di destê hukumeta Tirkiyeyê de ye.

Azadkirina girtiyên siyasî û resmîkirina perwerdeya bi zimanê kurdî dê bibe destpêka çareserkirina pirsa kurdî bi riya aştî. Em dixwazin Tirkiye vê riyê hilbijêre. Em dixwazin Swêd jî alîkariya vê riyê bike.

27.10.2012

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê

Back to top button