
Serokkomarê Tirkiye Tayib Erdogan piştî hilbijartina daxûyaniyek ya xwe de got : Ji hir pêde divê em Tifaqa Tirkiye ava bikin . Hilbijartin xilas bûn ji bo pirsgirêkên heyîn divê em hemû bi hevre tevbigerin.
Ev gotina Erdogan gelek hate minaqeşekirin û her aliyekî bi awayek cuda ev daxûyanî şirove kir.
Ji berî herkesekî serokê MHP Devlet Bahçelî bi tundî ev gotina Erdogan rexne kir û da xûyakirin ku Tifaqa Cumhur heye ne hevceyê tifaqên din e.
Di nava AK Partiyê bi xwe de jî ev daxûyaniya Erdogan bi awayên cuda tê nirxandin. Gelek kes vê yekê encama hilbijartinên Stanbulê ve girêdidin û dibêjin ku, gelek dengderên AK Partiyê neçûn ser sendoqan û deng nedan. Erdogan dixwaze behsa vê yekê bike.
Erdogan piştî hilbijartina rewşa heyî qebûl dike û dibêje ku ev proses dawî hat. Veca em hemû dest bidin hev û pirsgirêkên xwe çareser bikin. Bê guman Erdogan bi hevaltiya MHPê ji bilî piraniya parlementoyê gelek tişt winda kirin. Herweha bi hevalbendiya MHPê bandorek gelek negatîf dengderên kurd li Stanbulê kir. Eger AK Partîli gel MHPê nebûye, li Stanbulê Ekrem Îmamoglu gelek zehmet bû ku evqas dengê kurda bigirtan.
Hêja baweriyek di nava AK Partiyê de heye ku, dê hilbijartinên Stanbulê bêne nûkirin. Ji aliyek din ve di nava AK Partiyê de neçûyina xelkê li ser sendoqê tê nirxandin.
Erdogan behsa Tifaqa Tirkiye dike, ev yek dikarê cardin berê gelek dengderên Kurda li Stanbulê bide Ak Partiye.
Hilbijartinên 14ê Hezîranê de, li Stanbulê nisbeta kesên ku deng dayîn ji % 88.42 bû. 31 Adarê ev nisbet bû ji % 83.88. Ev tê wateya ku li Stanbulê 1 milyon û 700 hezar dengder neçûne ser sendoqa û dengê xwe nedane.
Eger li Stanbulê hilbijartin ji nûve bêne kirin bi vê gotarê helwesta gelek dengdera tê guhertin..