Nivîsar

Gelo Erdogan ji MHPê dûr dikeve û xwe nêzikî HDPê dike?

Eve demeke li dijê wezîrê navxwe yê Tirkiye Suleyman Soylu hinek îdia têne kirin. Wek tê zanîn ji berî çend heyva li himber bûyerên rûdidan Soylu xwest ji dev karê xwe berdê. Lê Erdogan qebûl nekir. Ji ber ku serokê MHPê devlet Bahçelî li Suleyman Soylu xwedî derket. Piştî daxûyaniya Bahçelî çend rojekî Erdogan jî li Soylu xwedî derket û Soylu li ser karê xwe ma.

Lê ve demek e, heavalê Suleyman SOylu yê berê, zilamê dewleta kûr û serokek naskirî yê mafya Tirkî û baronê madeyên hişber Sedat Peker ji Tirkiye derket û dest belav kirina hinek vîdeoyan kir. Peker di serî de Suleyman Soylu kir armanc û behsa kiryar, bazirganî û pêwendiyên nehînî yên soylu kir. Peker herçend roja vîdeoyek belav dikir û li Tirkiye rojeva siyasetê guhert. Peker ji bilî Erdogan behsa pêwendiyên xwe û gelek kesên di rêveberiya desthilatê de cih digrin kir, behsa bazirganiya ya madeyên hiçber, gendelîyê û kiryarên  qirêj kirin.

Daxûyaniyên Peker gelek berpirsên dewletê neçar kir. Herî dawî Soylu bê deng ma û di derbarê Peker de neaxivî. Di serî de Erdogan  û Ak Partî li Suleyman Soylu xwedî derneket, herkes di aliyê xwe de bê deng ma. Tirsa hemûyan jî ji Peker hebû ku, hinek kiryarên wan eşkere bike. Peker behsa gelek kesayeta kir, lê behsa xwe û Erdogan nekir. Carna hewlda ku hinek tişta bêje ,lê sekinî yan jî hate sekinandin.

Di dawiyê de, serokê MHPê daxûyaniyek da û li Suleyman Soylu xwedî derket, Bahçeli got ku, Soylu ne tenê ye û em heta dawîyê pişgiriya Soylu dikin. Herke s hêviyê bû ku, piştî Bahçelî Erdogan jî pişgiriya xwe jibo Soylu bide xûyakirin. Lê heta vê gavê deng ji Erdogan derneket.

Babetek din tê gotubêj kirin ku, dibêjin Erdogan bi hevalbendiya Bahçelî û MHPê gelek pişgirya xelkê winda kir. Niha jî Erdogan hewl dide ku ji Bahçelî xilas bibe. Bê guman ev îdiayeke û di siyasetê de gelek cara şiroveyên ku ne li bîra mirovan têne kirin.

Herî dawî parlementerê HDPê yê Stanbulê  Erol Katırcıoğlu daxûyaniyeka xwe de dibêje ku, eger Erdogan gavekî bavêje HDP xwe nêzikî desthilatê dike. Herweha Katircioglu behsa pêvajoyek a nû ya çareseriyê dike û behsa role Ocalan dike.Ev gotara parlementerê HDPê li dijê siyaseta Qendil û PKKê ya li himber Erdogan e.

Tê zanin ku niha di nava HDPê de 3 dîtinên cuda peyda bûne. Gruba çepên Tirk û Kemalist , naxwazin HDP di derbarê desthilatê de hin sere derziyê erênî bifikire. Çepên Tirk ku niha di nava HDPê de desthilatin. Ji aliyek din di nava HDPê  de hinek li gora Qendil û hinek jî li gora Îmralî tevdigerin . Ev yek gelek eşkere bûye û gotubêj di kulîsan de bi germî têne kirin. Herweha yên ku dibêjin Ocalan cihê biryarê ye bi awayekî di derbarê desthilata Erdogan de hewldidin peyamên nerm bidin.

Ihtimala Ocalan li gel desthilatê Qendil tesviye bike derketiye hole. Desthilat niha hewldide ku, demek guncav de cardin rê bide hevdîtina li gel Ocalan. Dê hingê rewş zelaltir bibe û nakokiyên Îmralî û Qendil vekirî  bêne gotubêj kirin. Ev yek dê rewşa HDPê jî zelal bike.

HDP dimîne yan tê girtin, ev jî xalek e ku MIT û Ocalan gotubêj dikin. Ji xwe tu cara hevdîtin di navbera berpirsên MITê û Ocalan de qut nebûne , her berdewam e. Seroka IYI Partiyê Meral Akşener jî da xûyakirin ku, ew baş dizanin navbera desthilatê û Abdullah Ocalan de hevdîtin her berdewam e.

Roja 9ê mehê Erdogan serdana Diyarbekirê dike. Tu hêviyek tuneye ku Erdogan peyamên girîng di derbarê Kurdan de bide. Lê her dê behsa pêvajoyek nû bike, gelek vekirî nebêjî, dê mirov bizanibe armanca Erdogan wê çibe. Tê zanin ku beşek ji nava AK Partiyê de dixwazin Erdogan ji Bahçelî dûr bikeve.

Li bakurê Kurdistanê berpirsên dewletê, burokrasiya rêveberên dewletê , taybetî walî û berpirsên ewlehiya bajaran piranî zilamên MHPê ne. AK Partî bi xwe ji vê yekê ne rihete. Ji berî du rojan desthilatê hinek ji van berpirsên ewlehiya bajaran guhertin. Ihtimale ku heman tişt ji bo waliyan jî bête kirin. Ev gav wek balkêşekiyek e ji bo MHPê.

Lê di vê dema ku behsa hilbijartinên pêşwext tê kirin, gelek rapisîn jî têne kirin. Piraniya rapirsîna de MHP di bin benda hilbijartina de dimîne. Erdogan jî vê yekê dibêne û mimkine hewlbide ji Bahçelî xilas bibe.

J ber ku her aliyek siyasî di nava xwe de jî rapirsîna pêktînin, lê encama ji raya giştî vedişêrin. Taybetî AK Parti berdewamî vê yekê dike.

Dê çend rojên li pêşiya me ihtimale gelek tişt zelaltir bibin.

Nûçe/Analiz

Back to top button