Li Baxdayê êrîşê balyozxana Amerikayê kirin

Berpirsên ewlehita Iraqê dan xûyakirin ku,, îro berê sibehê gurubekîî bi 3 fûzeyên Katyusha Herêma Kesk a Bexdayê kirin armanc û yek ji fûzeyan li nêzîkî Dezgeha Asayişa Niştimanî ket. Encam de hijmarek hemwelati birîndar bûne.

Ragihandina ewlehiya Iraqê da xûyakirin ku, ev cure êrîş ne di berjewendiyên Iraqê de ne, belkû jiyana welatiyan û şandeyên dîplomasî dixe metirsiyê.

Di heman demê de, li Balyozxaneya Amerîka alarm lê daye û Amerikêya da xûyakirin ku, yek ji fûzeyan balyozxane kiriye armanc, lê sîstema berevaniyê ya balyozxaneyê ew fûze pûç kir.

Herêma Kesk li nava Bexdayê dikeve û Balyozxaneya Amerîka, balyozxaneyên hejmarek welatên din, baregehên hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, baregeha Hikûmeta Iraqê û hin dezgehên din lê ne.

Nerîna min :