Gelo dengê kurdan ji kolanan gihaye salonên Ewrûpa?
Li Ewrûpa bi mîlyonan kurd dijîn û giringiya YE ya ji bo pirsa kurdî mezin e. Dengê kurdan li kolan û kuçeyên bajarên ewrûpî bilind e, lê gelo xebat û çalakiyên di korîdor û salonên biryardanê de çiqas e?
Gelo kurdên Ewrûpa wê karibin parlamenterekî bişînin parlemana YE?
Huseyin Elmali rojnamevanekî kurd li Fransa ye û bi salan e siyaseta YE ya derbarê kurdan de ji nêz ve dişopîne. Ew dibêje heta niha sazî û dezgehên kurdên li Ewrûpa giraniyek nedane siyaseta di nav partiyên ewrûpî de.
Lê li ser vêya ku Elmali behs dike di nav dewletên Ewrûpa de Swêd mîna îstisnayekê xuya dike. Li vir gelek kurd di nav partiyên swêdî de cî digrin û hejmarek parlamenterên kurd jî hene. Ji bo parlamentoya YE jî niha ji partiyên cuda bi giştî 6 kurd berendam in.
Di pişka kurdî ya Radyoya Swêdê de me hevpeyvîn bi pênc ji van namzetan re weşandine. Tenê ya ku hevpeyvîn me pê re nekir Soheila Fors ya ji Demokratên Xiristiyan e. Wê diyar kir ku ji ber nexweşiyê ew ê nikaribe hevpeyvînê bide.
Îcar her pênc kurdên din yên berendam ev in: Ji Sosyaldemokratan Evin Incir, ji Partiya Jîngehê Kurdo Baksî û Jabar Amîn, ji Partiya Gel Şukrî Demir û Zinar Canpolat yê ji Partiya Çep. Ev namzet 4 ji bakurê Kurdistanê, yek ji rojhilat û yek ji başûr e.
Ji Sosyaldemokratan Evin Incir
ji Partiya Jîngehê Kurdo Baksî
ji Partiya Jîngehê Jabar Amîn
ji Partiya Gel Şukrî Demir
ji Partiya Çep Zinar Canpolat
Soheila Fors ya ji Demokratên Xiristiyan
Siyaseta swêdê mirov dikare mîna du xet bi nav bike; Li aliyekî sorekesk hene ku partiyên sosyalîst, çep û kesk pêk tên. Li aliyê din partiyên mûhavezekar, burjuva û lîberal di nav hevkariyeke bi navê aliyans de ne. Piraniya berendamên kurd yên li Swêdê ji partiyên sorekesk in. Huseyin Elmali dibêje ev ji bo kurdên Ewrûpa gişt derbas dibe û vêya hem bi rengê têkoşîna kurd ve girê dide hem jî bi elaqeya vê blokê ya ji bo pirsên penaber û mafê mirovan.
YE ku 28 dewletên endamên wê hene saziya herî bilind ya ewrûpî ye. Qanûna wê ser ya dewletên endam re ye û di meseleya pirsên navneteweyî de roleke wê ya mezin heye. Tirkî jî yek ji wan dewletan e ku zûdeye daxwaza endamtiyê kiriye. Hebûna nûnerek yan çend parlamenterên kurd di parlemana vê saziya mezin de ji bo pirsa kurd xwedî giringiyeke taybet e. Yek ji aliyê meşrûiyetê ve ya din jî tesîreke vê ya rûhî û moraldan heye.
Ji Swêdê me got şeş berendamên kurd hene. Piraniya wan tu şensê wan yê ku bi rêza navê xwe yê di lîsteyê de bêne hilbijartin nîne û ewa ku têr dengên bi navîşaretkirinê bistînin jî xuya nake. Ji xwe ji hevpeyvînan jî diyar dibû ku armanca piraniyê berendaman ew e ku ji bo hilbijartinên pêş hem tecrûbe wergirin hem jî şensê ku ciyekî baştir di partiyê bistînin xweştir bikin.
Ji nav berendamên kurd yên Swêdê tenê ya ku şensê wê û hilbijartinê heye Evin Incir ya ji Sosyaldemokratan e, ew jî piştî hilbijartinên parlemana Swêdê. Yanî tişta ku niha xuya dike Incir dê bikaribe bibe cîgir û di îlonê de gava Sosyaldemokrat bû hikûmet û hinek ji berendamên serî yên partiyê ketine hikûmetê de Incir bikeve parlamentera YE de.
Lê gelo li 27 welatên din yên YE kurdekî ku îhtîmala hilbijartinê hebe di lîsteyan de xuya dike? Bi baweriya Huseyin Elmali na, şens nîne.
Belê ji nav mîlyonek ta sê mîlyon kurdên ewrûpa xuya ye tu kurdên ku yekser mîna yek ji 751 parlamenter biçine YE nînin. Lê ma eger ne kurd be daxwazên kurd nikarin werine rojeva YE?
Di serê lîsteya Sosyaldemokratan de Marita Ulvskog heye. Ew zûde kurdan ji nêz ve dinase û wek nimûne Kitêbxanaya Kurdî ya ku li Stockholmê di sala 97ê de ji aliyê wê ve hate vekirin. Hingî ew Wezîra Kulturê bû.
Berendamê Partiya Çep Mikael Gustavsson û ya partiya Jîngehê Bodil Ceballious jî ku bi îhtimaleke mezin dê bêne hilbijartina bi salan e bi pirsa kurdî ve elaqê wan çêbûye, pêşniyaz dane parlemanê û serdana Kurdistanê kirine. Wek din jî di parlemana YE de Huseyin Elmali dibêje ekseriyeta parlamenteran ne li dijî mafê kurdan e, lê hejmara kesên ku ji bo pirsa kurdî aktîv kar dikin pir kêm e.
BESIR KAVAK
[email protected]