Gelo dawiya dinyayê li vê heftiyê da dibê?
Çalakvananên torên civakî bi taybetî twitter bîrdozeke balkêş destpêkiriye û eve xistiye rû ku li vê heftiyê de bi diyarkirî jî li roja yekşema 21.6.2020 dawiya dinyayê dibe.
Ew fikir û bîrdoza ku ji aliyê çalakvanênên torên civakî ji salnameya şaristaniyeta Maya hatiye wergirtin ku li vê rojê de bi dawî dibe û li gor gotina wan karesatek yan roja qiyametê bi cîh dibe.
Ev fikir û bîrdoz heşt sal berê hate ragihandin ku xwedêgiravî roja qiyametê li 21.09.2012 rûdide.
Yek ji zanayên dîroka Maya dibêje: Li gor salnameya Yolyanê em niha li sala 2012 în, ji ber ku hejmara wan rojên salê ku ji ber guhertina wê ya li ser salnameya Grîgorî ve wenda bûye 11 roje û bi vê yekê jî heşt sal cûdahî heye.
Her wiha zanayên şaristaniyeta Maya dibêjin: Ew salname ku li wê şaristaniyeta kevin da hatiye bikaranîn, pêşbîniya ewe nekiriye ku dawiya dinyayê li 21.09.2012 dibê.