Gelê me li Bakur divê HDPê ji bin bandora Qendîlê derbîne
Îdrîs Tirwanişî bersiva pirsên Riojevakurd dide û dibêje: Li gor dîtina min şerek veşartî di navbera HDPé û PKKê de heye û jinavbina pêvajoya aştiyê jî ji aliy ê PKKê vê beşek bû ji wî şerî, bitaybetî piştî HDP wek hezeke mixatib û nûnera gelê Kurd ji aliyê dewleta Tirkiyê ve hat naskirin, ev çende jî ji bal PKKê ve ciyê qebûlkirnê nebû lewma jî agirbest şikand û berê xezeba dewleta Tirkiyeyê jî da HDPêPirsên Rojevakurd: Bi dîtina we, weke kurdek ji Başûrê Kurdistanê, gelo:
- Kurd li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê biçin ser dindoqan û deng bidin? Eger belê, çima deng bidin û deng bi kîjan alî, partî yan kesî bidin? Eger nexêr Çima deng ne din?
- Gelo piştî hilbijartina dê guhrtin li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê çê bibin û dê çi bandor li ser pirsa kurd bike?
3- Piştî hilbijartina, encam çi be bila bibe, dê pêvejoyek ya ji bo hewldana çareseriya pirsa kurd bikeve rojeva dewlet û hikûmetê?Bersivên Îdrîs Tirwanişî:Li destpêkê sipas ji Rojevakurd re ku ev dosiyeya pir giring vekirî û delîve daye me jî ku em dîtin û nerînên xwe li ser hilbijartinên 24ê hezîranê li Tirkyeyê û Bakurê Kurdistanê bidin xuyanîkirin.Helbijartin mafekî xwezayî yê her mirovekî ye û çûna sersindoqên dengdanan jî ji Kurdan re erk û wezêfeye ….çima erke?Helbet ev nêzîkî 40 salane li Bakurê Kurdistanê (şoreşek) ji aliyê PKK ê ve tê meşandin.Lê pirsa ku xwe li vir xwe disepîne eve :Gelo berhemê vê (şoreşê) çi bû ji bilî malwêranî, kavilkirina Kurdistanê û kuştina bi dehanhezaran xurt keçên kurdan.Gelo şoreşên kîjan gelî li cîhanê ewqas dûr û dirêj û bi vî awayî bê encam bûne!!Ya ku ez dixwazim li vir bibêjim ewe ku heya kengî riştina xwîna kurdan li jêr dirûşm û siloganên xapînok, dîsan gereke em Kurd fêm bikin ku serdemê helgirtina çekan qediyaye û cîhana îro çekhelgiran bi “terorîst” nas dike.Lewma pêdviye gelê me li Bkurê Kurdistanê şêwaz û awayê xebata xwe biguhere û berev xebateke medenî gavan pavêje, serbor û tecrûbeya hilbijartinên van salên dawiyê li Tirkiyeyê didin xuyanîkirin ku eger Kurd yek deng û yek helwîst be wê bikaribe roleke mezin di qada siyasî de li Tirkiyeyê bilîze.Pirsa girêday ka kurdên Bakur dengê xwe bidin kê û kijan alî.Mixabin kurdên Bakur jî mîna beşên din yên Kurdistanê xwedî statuyeke netewî û nîştîmanî nînin, ku di pirsên çarenivîs de xwedî biriyar be, lewma alternetîvê Bakuriyan îro bi tenê HDP û çand aliyên din yên biçûkin yên ku şansê wan ê gehiştina parlamentoyê tuneye.Li vir gelê me li Bakurê Kurdistanlê ji bilî HDPê, di vê qonaxê de, tu hêzeke din nîne dengê xwe jê re bidin, tevî ku HDPe li jêr bandora Qendîlê daye û ne xwedî pirojeke kurdistanî yê, lê wê hêz û vejena xwe ji gelê Kurd wergirtye û li ser gelê Kurd tê jimartin.Li gor dîtina min şerek veşartî di navbera HDPé û PKKê de heye û jinavbina pêvajoya aştiyê jî ji aliy ê PKKê vê beşek bû ji wî şerî, bitaybetî piştî HDP wek hezeke mixatib û nûnera gelê Kurd ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve hat naskirin, ev çende jî ji bal PKKêê ve nehat qebûlkirin, lewma wê agirbest şikand û berê xezeba dewleta Tirkiya jî da HDP ê.Gelê Bakur gereke kar li ser vê çendê bike û hemû îmkanên xwe bikar bîne ji bona kêmkirna bandora Qendîlê li ser biryara siyasî ya HDPê tevbigere.Derbarey rewşa Tirkiya ya piştî helbijartinan:Ne mumkine rewşa Tirkiyeyê bi vî awayî berdewam be, nemaze ew siyaseta çewt a Erdogan dimeşîne çi li ser astê navdewletî û herêmî, çi jî li ser astê navxweyî ku ew siyaset bûye sedema têkçûna peywendiyên Tirkiyeyê bi cîhanê derve re û bi taybetî bi Rojava re û dîsan bûye sedema lawaziya aboriya welatî.Lewma tê çaverêkirin piştî van helbijartinan her hêzeke desthelatê bigre dest siyaseteke aqlanîtir peyrew bike, bi taybetî despêkirina pêvajoya aştiyê bi gelê kurd re li Bakurê Kurdustanê, eger ne, metirsiyên mezintir wê li ser Tirkiyeyê çebibin û ez dûr nabînim Tirkiya berv şerekê ehlî biçe. Lê jibona vê çendê gereke agirbest bê ragihandin û xebata medenî dest pê bike.