CivakPolîtîk

Gelê Kurdistanê zimanê zordariyê qebûl nake

Serok Barzani li gel berpirsên siyasî û îdarî li devera Behdinan civînek berfireh pêkanî. Serok di civînê de axivtinek kir û behsa rojeva siyasî û rewşa Kurdistanê kir.Li bajarê Dihokê Serok Barzanî ligel kesayetiyên civakî û rihsipî û mamosteyên olî yên misilman û êzdî û xiristiyan li Devera Behdînan civiya.Di wê civîna berfireh de, Serok Barzanî gotarek pêşkêş kir û tê de spasiya xelkê serbilind û têkoşerên Kurdistanê û devera Badînan kir, ku bi xweragirî li pêşiya astengiyan rawestiyane û di şerê di dijê terorê de gelek qurbanî dane û herwiha di prosesa referandumê de jî îrade û himet û hewlên xwe bi awayekî aşitiyane û demokrat nîşanî hemû cîhanê dan.Di gotara xwe de Serok Barzanî behsa referanduma serxwebûnê li Başûrê Kurdistanê kir û da zanîn ku destkefteke girîng a gelê Kurdistanê ye.Serok Barzanî got ku çavkaniya problemên niha heyîn ne referandum e, lê belê çavkaniya kêşeyan heman çavkanî bû ku bû sedem gelê Kurdistanê biryarê bide referandumê bike.Serok Barzanî behsa prosesa siyasî ya Iraqê di salên borî de kir û got ku şirîkatî û karê hevbeş û lihevkirin hatiye binpêkirin û yên ku niha behsa destûr dikin, wan bi xwe destûr binpê kirine û ew in sedema vê rewşa xerab a Iraqê.Her di wê gotarê de, Serok Barzanî behsa hûrgiliyên xiyaneta 16 Oktoberê kir û amaje kir bi helwêsta civaka navdewletî û karvedanên Bexdayê li hemberî referandumê.Serok Barzanî herwiha tekez kir ku Kurdistan ligel gotûbêj û danûstandinan e, lê di heman demê de gelê Kurdistanê zimanê zordariyê qebûl nake. Serok Barzanî daxwaz kir hêvî û îradeya xelkê bihêz be û hemû serweriyên gelê Kurdistanê bi başî bên parastin, nexasim jî ferhenga pêkvejiyanê û canê birayetî û azadî û wekheviyê di navbera hemû pêkhateyên olî û neteweyî yên Kurdistanê de.    

Back to top button