Hevpeyvîn

Gelê Kurdistanê baş dizane, ku PDK dikare mafên wan bi dest ve bîne

Serokwezîrê Kurdistanê û Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî mêvanê bernameya Rûdawê bû û ragihand, em pişta xwe bi dengê gelê Kurdistanê germ dikin. Em piştrast in, gelê Kurdistanê vê yekê baş dizane, ku PDK ew hêz e dikare mafên wan desteber bike û ji bo vê jî hewlên cidî bide.

 Birêz Nêçîrvan Barzanî hûn mijûlî çi ne?Mijûlî karên hikûmetê ne, mijûlî hilbijartinan in.Beriya niha min li Silêmaniyê ji we pirs kir we got, ku hê jî pirsgirik hene. Pirsgirêk li gel Tirkiyê û herwiha li gel Îranê hebûn. Gelo niha jî wiha ye, pirsgirêk mane?Nexêr, niha ne wisa ye. Divê mirov tiştan berawird bike. Rewşa îro berawirdê 3 meh beriya niha bike.Ferq pir e, ma ne wisa ye?Ferq gelek e û rewş pir hatiye guhertin. Ew girikên ku cenabê te qal dike yên piştî referandûmê, bi destpêşxeriya Serokê Fransayê Macron, Serokwezîra Almanyayê Merkel û welatên din ên Ewropayê hatine vekirin.Birêz Nêçîrvan Barzanî, propagandaya hilbijartinên Iraqê dest pê kiriye. Niha aliyên beşdarê hilbijartinê bala xwe dane ser rewşa navxwe û şkînandina hev lê ew hinde balê nadin ser wê yekê ku diçin Bexdayê ka divê çi bikin. Di vê derbarê de gotina we çi ye? PDKê hêj bi germî dest bi propagandayê nekiriye lê eger dest pê bike dê çi bike?Bi rastî tişta ku niha çêdibe, şkînandina hev pir pir xirab e. Dibêjim ku ev fêm nakin ku hilbijartin ne ji bo Parlamentoya Kurdistanê ye lê ji bo Parlamentoya Iraqê ye. Îspat bûye ku eger Kurd li Bexdayê yekdeng nebin û bi hev re li ser pirsan deng nedin, ti aliyek nikare bi tena serê xwe tiştekê bike. Ev hev şkandina îro li Herêma Kurdistanê, ku weke hilbijartin ên navxwe yên Herêma Kurdistanê bin, bi rastî jî pir nexweş e. Em weke Partiya Demokrata Kurdistanê li dijî vê yekê ne. Bi baweriya me divê yekrêzî hebe. Bi nêrîna min hejmara kursiyên Kurdan ji 55ê derbas nake. Lê eger em pirt û belav bibin em ê bi van 55 kursiyan bikarin çi bikin? Ew bangaşeya îro li Kurdistanê li ser televîzyon û bernameyan, heta li bernameya “Çi Dikin?” dibînim birastî jî pir xirab in. Çimkî Kurd û Kurdistanî tenê eger yekgirtî bin dikarin hinek tiştan bikin û mafên Herêma Kurdistanê desteber bikin. Bi vê pirt û belavbûnê nikarin ti tiştekê jî bikin.Xelk ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê kêrên xwe xweş dike û hinek dibêjin “ev gendel in, meaşên xelkê nadin, we dît meaş bi paş dikeve”. Heta Berhem Salih dibêje, “ma ne fedî ye pêşmerge nîv meaş werdigre?” Hemû awir li ser we ne.  Weke PDK hûn çi dikin? Awirê we li ser çi ye?Dema propagandaya hilbijartinan e û van tiştan jî tenê ji bo propaganda dikin. Eger werin li cihê me rûnin, tişta ku em dikin ew nikarin ji vê zêdetir jî bikin. Ew bi xwe jî vê yekê pir baş dizanin. Ji ber ku rewş wiha ye. Ma gengaz e, ku derfetên hikûmetê hebin û bikare meaşan bi temamî bide lê hema ji ber xwe ve nede?  Ev ne gengaz e. Ji lewra bi nêrîna min ji bo wê yekê wiha dikin da ku xelk zêdetir deng bide wan. Nexwe di rastiyê de ti tiştek naguhere.Di hevpeyvînekê de tu dibêjî, “di destkeftan de hemû dibin şîrîkê PDKê lê dema tişteke xirab çêdibe vê carê jî hemû berpirsyariyê dixin ser PDKê.” Gelo hê jî vê helwesta xwe berdewam dikin? Te got, ku di herdu rewşan de jî PDK berpirsiyariyê radike.Ev rastiyek e. Li medyayê binerin, niha rojev li ser wê ye ka kî referandûm kiriye û kî ne kiriye, baş bû yan xirab bû. Lê di dema referandûmê de hemû li ser sindoqên dengdanê bûn û bi serbilindî deng dan. Ez daxwaz dikim gelê Kurdistanê bi xwe vê yekê şirove bike ka wateya wê çi ye. Me tişteke wiha negotiye û berpirsiyariya wê jî rakiriye. Înşallah em ê çê bikin û baştir jî bikin. Ya dikeve ser milê me ev e. Lê ma rast e, ku ew ên wê rojê bi serbilindî diçûne ser sindoqan û deng didan niha jî li ser televîzyonan bêjin em ne li gel bûn û bêyî berpirsiyarî nêzîk bibin?Hinek rikberên PDKê dibêjin, çawa çêbû, ku PDK pêşengiya referandûma serxwebûnê dikir lê niha jî ji bo hilbijartinên Iraqê propaganda dike? Ev yek di helwesta PDKê de ne nakokî ye?Nexêr, ev herdu xal qet ne dijberê hev in. Berê jî dema me behsa referandûmê dikir me negot ku em ê bi zorê bikin, berovajî me digot em ê hemû tiştekî bi guftûgo bikin. Me got em ê bi danûstandinên li gel Bexdayê bikin. Em ê li ser maseya guftûgoyê pirsgirêkan çareser bikin. Niha jî ev siyaseta me nehatiye guhertin. Meseleya diyarkirina mafê çarenivîsa xwe ya gelê Kurdistanê tişteke wisa ye, ku ne em û ne jî ti Kurd nikarin jê werin xwarê. Bi nêrîna me di vê pêvajoyê de em dikarin li gel Bexdayê li ser maseya guftûgoyan bigihin çareseriyekê ku di berjewendiya gelê Kurdistanê û herwiha di berjewendiya gelê Iraqê jî de be. Ji bo me ya giring ev e. Lê ka dê çi qas bandora me li Bexdayê hebe? Nabe em Bexdayê bicîh bihêlin. Em ji kîjan aliyê ve herin jî dê Bexda dê weke hevbeşê me yê stratejîk bimîne. Lê ev ti tiştekî ji meseleya me naguhere. Wate, em ber bi federalîzmê, konfederalîzmê an jî serxwebûnê ve herin dê dîsa Bexda weke hevbeşeke me yê stratejîk bimîne û em divê li ser siberoja Kurdistanê li gel Bexdayê bigihin lihevkirineke hevbeş.Birêz Nêçîrvan Barzanî cenabê te serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û di nav PDKê jî xwedan desthilat î. Nirxê desthilatê li cem cenabê te çend e?Bi nêrîna min eger desthilat ji bo xizmetkirina gel be, baş e. Lê eger mijar ne xizmetkirina gel be bi rastî jî ti qîmeta desthilatê nîne.PDK ji bo propagandaya hilbijartinan hinek sist xuya dike, bi taybetî li Germiyan û parêzgeha Silêmaniyê. Sedema vê çi ye? Dikarin vê pirsê ji rêxistina PDKê ya li wan deran bipirsin lê xwe amadekirineke baş jî heye. Bi rastî PDK li ser rêxistinên xwe kar dike. Em gelek hez ji vê şer û perê nakin ku niha tê kirin û aramiya xelkê jî têk dide.Birêz Nêçîrvan Barzanî te got em ê li Hewlêrê bibin partiya yekemîn. Hûn pişta xwe bi çi ve girêdidin ku dibêjin em ê li Başûrê Kurdistanê bibin partiya yekemîn? Em pişta xwe didin dengê gelê Kurdistanê. Em piştrast in, gelê Kurdistanê vê yekê baş dizane, ku PDK ew hêz e dikare mafên wan desteber bike û ji bo vê jî hewlên cidî bide. Em pişta xwe didin dengê gelê xwe.Xweşî û nexweşiya desthilatê çi ne?Bêguman eger mirov bêje ne nexweş e, ne wisa ye. Desthilat çi ye? Berpirsiyarî ye. Eger desthilata te hebe divê tu wê berpirsiyariyê jî qebûl bikî. Her tiştek hesab û derencameke wê jî heye. Ew nayê wê wateyê ku desthilata te hebe dikarî hemû tiştan bikî. Desthilat ne ew e, ku çi tişta tu bixwazî bikî û tişta jê hez dikî desthilata xwe ji bo wê bikar bînî. Berpirsiyarî ye û divê hest bi wê desthilatê bikî.Gelek caran dibêjin ew ên dibin desthilat qet xew nakin û divê 24 demjimêran haya wan ji welat hebe. Tu kengî dinivî û kengî radibî, bi taybetî di van rojên hilbijartinê de?Ez her roj zû ji xewê radibim. Zû weke ya giştî demjimêr 06.30ê sibê û demjimêr 07.30 heta 08.00 jî li ofîsa xwe ya kar amade dibim.Sporê jî dikî?Nêçîrvan Barzanî: Belê sporê jî dikim. Min ji bo xwe periyodek ji bo sporê jî daniye. Berî zêdetir dibeziyam. Lê niha duçerxê (bisiklet) dajom.Gelo çiyageriyê jî dikî?Çiyagerî jî dikim. Bi qasî ku bikarim, bi taybetî jî di demsalên biharê û payîzan li gel hevalên xwe çiyageriyê jî dikim.Piştî ku cenabê Serok li ser posta xwe nema, erkê we girantir nebûye?Misoger e ku piştî referandûmê erkên me giran bûye lê tekez e ku tişta niha em dikin tev de bi piştgirî û alîkariya Serok e. Ew piştgirî dike.Ji sedî sed piştgirî dikeBelê ji sedî sed piştgirî dike. Piştgiriya pêngavên me dike. Herwiha Heyder Ebadî jî telefona wî kir û eşkere ji Ebadî re got, ku ew piştgirî dide hemû pêngavên Hikûmeta Herêma Kurdistanê.Lê Birêz Mesûd Barzanî di bangeşeya hilbijartinên PDKê de, di kombûnan de kêmtir tê dîtin.Dibe ku kêmtir were dîtin lê ev nayê wê wateyê ku piştgiriyê nade vê proseyê. Înşallah jî dê di dema bangaşeyan de were dîtin.Gelo Birêz Mesûd Barzanî dixwaze endam û alîgirên PDKê di vê hilbijartinê de deng bikar bînin?Belê. Ew dixwaze gelê Kurdistanê, endamên PDKê deng bidin van hilbijartinan. Birastî ya herî giring yekîtiya rêzên Kurd bû di vê hilbijartinê de.Ji bo vê hûn çi dikin?Wî jî hez dikir wiha be û hemû hêzên Kurd bi hev re biryarê bidin ka dê hilbijartinan boykot bikin an bi hev re beşdar bibin. An jî eger li Bexdayê mafên me yên destûrî nayên cîbicîkirin, em bi hev re ji Bexdayê vekişin. Lê mixabin rewşa Kurdan ne pir yek rêz in û pir belav in.Ji bo li Bexdayê yekrêziya Kurdan were parastin, ji bo destkeftên zêdetir hûn çi dikin? Ti planeke we heye?Eger Kurd pirt û belav be û yekdeng nebe ti tiştek bidest naxe li Bexdayê. Ji bo piştî hilbijartinan teqez e, ku plana me heye hemû partiyên Kurdî bi hev re rûnin û yekgirtî bin, yekrêz bin. Hilbijartinên vê carê yên Iraqê çawa ye? Belê pîvaneke giring e ka çend kursî û çiqas dengên te hene. Lê ji vê jî giringtir hesabên piştî hilbijartinê ne.Boriya petrola Kurdistanê daxistin, ev ji bo me tiştên pir pir giring bûn ne kêm bûn ji bo Herêma Kurdistanê.Ma ti deriyekî din tinebû ku welatên din jî werin ser xetê. Madem Tirkiyê nekir welatên din bên bikin.Ji xwe ev berjewendiyeke hevbeş e. Binere li gel Îranê çendîn deriyên me yên sînor hene. Ev derî tenê ne ji bo me ji bo Îranê jî giring in. Çimkî jiyana rojane ya xelkê ser ber wan deriyan li ser çûnhatina wan deriyan e. Lê em spas dikin, ku Komara Îslamî ya Îranê deriyên sînor vekir. Yên Tirkiyê jî herweke xwe mabûn. Rewşa niha ji ya wê demê baştir e.Em vegerin ser mijara Iraqê. Ev 3 xul in postê serokomar para Kurdan e. Bi nêrîna we di xulên pêş jî de dê bibe para Kurdan. Eger para Kurdan be dê bidin kî?Bi baweriya min dê ji bo Kurdan bimîne. Çimkî yek ji wan postan e ku misoger ji bo Kurdan dimîne. Serokwezîrî ji xwe nadin Kurdan. Serokatiya parlamentoyê ji bo me giring e lê gelo pêkhate li ser vê yekê li hev dikin ku vê postê bidin Kurdan? Eger heye ku careke din serokomariyê bidin Kurdan. Lê heta niha ev yek nehatiye yekalîkirin ka dê kî bibe serokomar.Di nava Kurdan de?Belê, eger bidin Kurdan jî heta niha zelal nebûye ka dê kî bibe serokomar. Ev bi hinek hesaban dibe, ku divê hêzên siyasî yên Kurd li ser biaxivin. Ez piştrast im ku wisa bi hêsanî nabe.Wate ne merc e, ku di 3 xulên borî de para YNKê bû û careke din bibe ya wan?Nexêr qet ne merc e bidin YNKê. Divê alî rûnin û rêkeftinê li ser vê yekê bikin. Rewşa berê û ya niha ji hev cuda ye. Berê Mam Celal hebû, rehma Xwedê lê be û li vir jî cenabê Serok, ew berpirsiyarî wergirtibû. Lê niha ew şert û merc neman û rewş bi awayeke din hate guhertin. Ji lewra teqez e, ku şêweyê danûstandina li ser vê mijarê jî dê were guhertin, weke berê nabe.Çavê fermanber û karmendên Herêma Kurdistanê li wê yekê ye, ku paşkeftina mûçeyan nemîne û zêdetir were başkirin. Gelo ji bo rakirina paşkefta meaşan ti planeke we heye?Em kêfxweş bûn ku me karî di nava 2 mehên borî de destkariya wê paşkeftê bikin, bi awayekî ku ji berê baştir be. Lê divê dîsa em vê yekê bînin bîra xwe, ku ji sala 2014ê ve me çend salên gelek zehmet li Herêma Kurdistanê derbas kir. Eger berxwedêrî û têgihiştina temam a gelê Kurdistanê neba dê rewş gelek û gelek xiraptir ba ji ya niha. Di vê firsendê de dixwazim careke din bêjim, ku em bi taybet spasiya hemû mûçexurên Herêma Kurdistanê dikin. Ji ber ku ew bi temamî li rewşa giran û zehmet a Herêma Kurdistanê têgihiştin. Vêca ji destpêkê ve birîna bûdceyê, paşî şerê DAIŞê, hatina milyonek û 800 hezar koçber û penaberan, bi şêweyeke qet nedihate çaverêkirin daketina nirxê petrolê, van tevan li pey hev ji Herêma Kurdistanê re kêşeyên mezin derxistin. Dîsa eger tehemûl, têgihiştin û piştgiriya hemwelatiyên Herêma Kurdistanê neba teqez dê rewşa Kurdistanê bi awayeke din biba. Em kêfxweş in ku me karî em destkariyeke baş li paşkefta mûçe bikin. Lê me divê em mijar qet ne bibe mijara medyayê ku her roj di ragihandinê de dibêjin îro dê filan wezaret meaş werbigire sube falan wezaret werbigre. Bi ti awayek jî paşkefta meaşan nemîne.Plana we kengî ye?Teqez plana me heye ku paşkeft nemîne. Eger hesab bikî, ew mûçe li gorî dahata me tê parvekirin. Lê eger em bibînin dahata me zêde dibe û Bexda jî pereyan bi berdewamî dişîne, ku niha em li gel Bexdayê di nava guftûgoyeke cidî de ne, da ku hinek pirsgirêka petrolê jî çareser bikin, ez xweşbînim dê werin çareserkirin jî, bi baweriya min dê ew paşkeft nemîne.Dudiliyek heye, ku ev 318 milyar dînarê ku ji Bexdayê tê, heta dawî berdewam neke. Dibêjin ev rêkeftineke di navbera Nêçîrvan Barzanî, Heyder Ebadî de ye.Wan aliyan serê Ebadî jî tevlihev kirine ku bi berdewamî diçin Bexdayê û her carê jî tiştekê dibêjin. Ew jî nizane ka kîjan rast e kîjan ne rast e. Lê ya baş ew bû ku di encamê de wî li gel hikûmeta Herêma Kurdistanê reftar kir. Rêkeftina me kiriye jî, ne rêkeftineke demkî ye. Belê, pêwîstî heye ku em li ser vê yekê biaxivin û misoger bikin. Ez spas dikim, ku weke Serokwezîrê Iraqê wî biryar da. Rast e biryara wî dereng ket lê ew jî encama tevlîhevkirina serê wî bû, ku birayên Kurd bi xwe serê wî tevlîhev kiribûn. Birastî li hember vê Ebadî jî nedizanî çi bike. Heta ku me zelal kir, me hin tiştan jê re got, bawer kir ku tiştên em dibêjin rast û dirust in, ku divê li gel hikûmeta Herêma Kurdistanê, wate qewareya siyasî ya Herêma Kurdistanê danûstandinê bike. Bi vî awayî ew pirsgirêk hate çareserkirin. Ev hilbijartin hilbijartineke giring e. Bi baweriya min divê em pir bi baldarî li ser rawestin û ez ji vir bi riya televîzyona we daxwaz dikim ku alîgirên PDKê vê meseleyê pir cidî werbigre û ji bo bihêzbûna PDKê beşdar bibe. Eger PDK li Bexdayê bihêz bibe dikare ji bo Herêma Kurdistanê destkleftên zêdetir jî bidest bixe û berovajiyê wê jî eger PDK bihez nebe misoger e ku Herêma Kurdistanê zirar dike. Ev rastîyek e û ji ber vê yekê divê bi berpirsiyarî roja dengdanê hemû li ser sindoqên dengdanê amade bibin û deng jî bidin. 

Back to top button