Polîtîk

Ji bo serokkomariyê berendamê kurda tuneye

Ji BBC Tirkî, rojnemevan Hatice Kamer li Diyarbekirê di derbarê hilbijartina de li gel xelkê bajêr axivî û nirxandinek kir.Hatice Kamer di beşek nivîsa xwe de dibêje:“Li Diyarbekirê min gelek kes dîtin piraniya wan berendametiya Abdullah Gul ji bo serokkomariyê dixwestin û digotin eger Gul bibe berendam dê dengê baş ji kurda bigre. Lê Gul da xûyakirin ku ew nabe berendamê serokkomariyê.CHPê 15 parlementer dan IYI partiyê lê vê yekê jî têra ku berendamek hevbeş li dijê Erdogan derêxin nekir.Ne fermi hatibe ragihandin jî berendamê HDPê Selahattin Demirtaş e. Di vê derbarê de hevserokê HDPê Temelli li Qosera Mêrdinê da xûyakirin ku berendamê wan Demirtaşe. Temalli got: Berendamê me berendamê Tirkiyeyê ye. Dixweyê Temelli 1 Gulanê de di axavtine xwe de berendamê HDPê awayek fermi radigihêne.Berdevkê HDPê Ayhan Bilgen da xûyakirin ku: Civat dixwaze em hemû tifaqê bikin. Civat dibêje werin ba hev û guhertinê pêkbînin. Berdewamiya axaftina xwe de Ayhan Bilgen dibêje eger em vê yekê nekin û parlementoyê de piraniyê destnexin serokkomariyê wek xwe nekin, dê gel hesabê vê ji me bipirsê.“Wek dixweyê hevserokê HDPê Sezai Temellî vekirî dibêje Demirtaş ne berendamê kurdane yê Tirkiyeye. Bilgen jî vekirî dide xûyakirin ku ew dixwazin li gel aliyên Tirkiye hevkariyekî bikin. Divê aliyên din yên kurd vê yekê bibînin û li gora wê rêbazakî ji bo hilbijartina pêkbînin û nebin dûvikê HDPê.

Back to top button