Nivîsar

Gelê Kurd bûne yê xapandinê

 

Hem dijmin Kurda dixapênê û ew jî hevdû dixapênin çêlîkê wan ji wane û bûne dijminê netewa wan. Her weye ku ji dijmin gohn xwarine, xwîna wan xetişye. Bi navê sîyasetê li ser navê Kurda îxaneteke pir mezin dimeşê, li qelandina koka darê di gerin.

KU NE JI CAHÎL Û DIZA BÊ  XAÎN  NIKARIN TIŞKÎ BIKIN!

Ku ne ji cahîlla bê  xaîn nikarin tişkî bikin. Xaîn cahîlla û diza bi kartînin,nezan  zû tên xapandin didine pey xaîn milleta û edû qewma. Îşê gelê netewparêz xera dikin şagirtîyê Kemalîst derb lê anîne li gelê ku hevalê kerê siwar bûne û dibezênin. Tûjik di bişta stûwê wan dirakin û dibin wan de dibê zitzit, zîtzît.   Ji roja roj de dijmin diz û ahmeqa bikar tînin.

Ev zarwê Kurda jî ê ku xwe dane pêş dibêjin: “Emê li welatê xwe azadîkê çêkin peyvekî xweşe. Lê dibîstanê Kemalîsta de  xwendine wê şopa wî dimeşênin.

Wexta  ku  Mustefa  Kemal hate  nava Kurda û civîn çêkirin  ji Kurda re çi got? Civîna pêşî li Erzeromê çêkir, temamê reyîsê Eşîran û Axa û Şêx  tev civandin. Pêşî çi ji wan re got û çi ji wan pirsî?  Got: “ Gelê Kurd birayê Misilman, em tevan birayên hevin em tevan Misilman’in, bi hezar sala em bi hev re dijin, eva Gawira welatê me zeft kir, dîn wê herê, namus wê herê, mal û can jî wê bi dûvde herê!

Kemal got: “Heger hûn Kurd bi min re arîkarîyê bikin emê welatê xwe ji destê kafiran rizgar bikin, emê dewleteke bi biratî û şirîkatî çêkin.   Di got, em tevan birayên hevin dewleta me teva ye.  Ewî ew sergirdeyê Kurda  di diqdiqand in; ka zanebûna wan çiqase, wê çi bersivê bidin û wê çi şerta ji min bixwazin?  Lê mixabin Kurd gelekî  li paşmayî bûn heya wan ji dewlet bûn misteqil û Netew tune bû.  Ku temaman riha xwe hejan din ku emê şehît bikevin emê herne cennetê.  Ev Kurdê bê mîjî pirs û sual ji Kemal nekirin , ne gotın ka tu çi misogerîyê didê me, ka nivîs û dest nîşanîkê bide me  ne xwestin.

Temamê şêx û beg û axa û eşîr temamê şivan û gavanê xwe lev civandin bê ser û bê ber berê xwe dane şer.   Li dora Mereş û Entab û Urfa bi deh hezaran xwe dane kuştin heta eskerê Ferensa û  Îtalya tev kirn der,  ji xelkê re  safî kirin.  Hinek Kurdê xwende hebûn jî lê wan jî tişt nekir û serkeftî nebûn. Hijmara wan hindik bûn û ji serpêhatiyan jî ne bi têrbûn Kemal ew jî tar û tûr kirin.

Di serîde Kesekî ji Mistefa Kemal nepirsî  ne gotin, ma ev dewleta ku em çêbikin navê wê çîye,ma zimanê me û tixûbê me û nasnema me di makezagonê de wê tomar bibê an na? Maalesef yanî mixabin ev tişt di aqilê Kurda re derbas nedibû, heya wan ji van tişta tune bû.  Ê cahîl ji xwe cahîl bû û ê qaşo xwende şêx û mele bûn ew jî  ji sîyasetê mehrûm bûn.  Xwendina wan çi bû?  “Hûnê halo limêj bikin û halo rojî bigrin hec û zekat û mahr kirin ev xwendi bûn, fenî û dinyayî ne xwendibûn.

Mistefa Kemal qenç ji wan fêm kir ku serê wan kundirê valaye. Fikirî ku wellahî ev nêçîreke başin ezê bi van dewletekê çêkim û dûra ezê bi nav wan kevim kulê wan di korê wan re derxim, ev malin ker û lalin.  Ew li wir qenç serê wan tije kir gote wan, li vir hûn li van kafiran xin ezê herim Anadolê ezker bi weve bişînim.  Çû Sîwasê li wir jî gelê wir dane hav, wî wextî nîştecîyê wê herema Sîwas û derdorê wê ji sedî %90 Kurd bûn ew jî zû xapandin, û her deverekî wan qanih dikirin û dixapandin casûsê xwe jî li wir dihiştin.

Çû dora Ankara liwir  ji xwe re parêzgehek çêkir  û hevalê xwe hûrik hûrik li xwe vehewandin û ji wan re got: “Min Doxu û Guney Doxu, Beşê Kurd hemî kedî kirine wê ji me re bixebitin heta ku hewcedarî bi wan nema wî wextî asil ezim!  Got: “A nihaka divê em li vir li nava Tirka, em bixebitin, lê belê ka emê van qanih bikin bînîn ser fikrê xwe?  Tirk cuda ne  ne wekî Kurda ser kundirin.  Divê ku bi şêweyekî mîllî netewî em baskî xwede bînin.  Di dora Tirkan re jî zîvirrî lê belê ji alyekî ve ji Tirka re dewletk çêkir, lê  ji alyekî ve jî  dîn û namus bin pê kir.

Îca birano emê werin ser bûyera mezin a niha şerê PKK bê ma derdê van çîye? Apo û alîgirê xwe aynî wekî Mistefa Kemal kirin wan jî gotin: “Emê dewleteke serbixwe li herçar beşê Kurda yek par emê çêkin, emê Gelê Kurd rizger bikin.  “Emê Kurdîstaneke mezin yek par misteqil emê çêkin, Emê Gelê Kurd azad bikin, ji zilm û zorê xelas kin.  Gotin gel:  “Emê we hem ji zilmû zora  axa xelaskin û ji xizmeta  şêx û mela  xilas kin û zilma mezin a zulma  Cumhurîyet cîyaye,  emê vî gelî xelaskin.

Gelê Kurd hemen yeqîn kirin û bawerî bi wan anîn. Ji bo çî  hingî Hûkûmeta Îsmet Înûnû  gelê Kurd dabûne ezab tiştê ku aqil û mantik û ûjdan qebûl nakin anîbûn e serê Kurda.  Ji vê yekê Gelê Kurd gelek hij Apocîya kirin wan hewandin malê xwe, wan xweyî kirin perê xwe dan wan, zarokê xwe dan wa, li ser wan hatin girtin û kuştin û talankirin, tiştik nema ku nehat serê vî gelî!

Beşek ji gel bixwe ve girêdan û beşek jî tirsandin gotin ê ku seba me bikê bela ew zanibin ku wê zerara xwe bibînin.  Gelê Kurd li serê çiya mezin bûbûn nava civîn û civakan nedîtibûn, ji sîyasetê fêm nedikirin.  Yakî  diçû gundekî û dikete nava peropexenda  bi sieta berdewam dikir; tiştê xweş digotin,  serê wan dagirtin tevan bi xwe ve girêdan keç û kur tev bi kerîyan berê xwe dan şoreşê!  Nîvî ji wan keç û xortê Kurd hîn birêde dihatin kuştin. Kê gilyê kê dikir? Kî xaîne û kî duruste ne dîyare.

Ê ku ji mala xwe diçû bi dilekî safî ji bo Kurd û Kurdîstan diçûn. Lê mixabin li wan terz dizîvirî  nihaka birader dibêjin na me negotiye emê Kurdîstaneke  misteqil çêkin. Dibêjin, me got, emê Sosyalîzmê çêkin. Kurdîstan bû Sosyalîzim.   “We şaş fêm kir me negotiye emê Kurdîstanekê çêkin  me got, emê sosyalîzmê çêkin. Dibêjin: “Sosyalîzim ji Kurdîstan xweştir e, em Kurdîstan tev desthilatdar şêx û mele û axa ne. Ne hure lê sosyalîzim her kes hure jin her pêwîrê karê bikê.  Ev çîrok û mîrokê ha mêr pileya wî bilind na tişkî wisa nîne ha jin ha mêr tu cuda tune!  Jin jî aqil kêmin dibê raste emê bibne wezîr û serok xwe dişidînin wekî rasta.

Dawî eynî lîstika Erziromê anîn serê gelê Kurd. Dîsa pirs tune li ziman û nexşî al nayê ziman kes li van napirsê.  Nasneme û nexşe û Ala rengîn tune ew çand a dewlemend kes lê xwedî dernakevê, tiştê pêwîst û girîng napirsin, tiştik miştik ne  beleçewtî diparêzin biratiya gela. Biratîya  gela  bê çîye ne em zanin û  ne ew zanin.

14.8.2o19

Dilciwan Helbest

Back to top button