Polîtîk

Gefa Erdogan ya li ser Ewrûpa serket

Josep Borrell Berpirsê Siyaseta Derveyê Yekîtiya Ewrupa îro înê berî destpêka civîna Wezîrên Derveyê Yekîtiya Ewrûpa li Zagreba paytexta Hirwatîstanê(Kirwatya) bi medyayê ragihand, Yekîtiya Ewrupa alîkariyeke zêdetirê darayî dide tirkiye ji bo alîkarîkirina penaberan dike, lê belê tu demekî qebûl nake wekî amrazekî fişarkirin û gefkirinê ji aliyê Enqere ve bikarbînin.

Josep Borrell civîna rojnamevaniyê de di derbarê pela nû ya penaberan got, li civîna îro ya Wezîrên Derve bi hûrî rewşa penaberan nirxandin û hikûmetên nav Yekîtiya Ewrupa pereyeke zêdetir ji bo penaberên li tirkiye terxan dikin. Lê belê bi tu awayeke qebûl nakin, ku Enqere penaberan wekî amrazekî gef û fişarê li ser Ewrupa bikarbîne.

Her wiha got: Pêwîste wê yekê têbigihîn û qebul bikîn ku ji ber penaberan barekî giran ketiye ser milê tirkiye, ji ber ku rêjeya herî zêdeyê penaberan li wî welatîne, Lê belê nabê Enqere babetê bi siyasî bike û wekî karta fişarê sûd jê werbigrê. Vekirina sînoran jî li rûyê penaberan heta rû li Yûnanîstanê bikin, bi bikaranîna penaberan ji bo mebestên siyasî şîrovekir û bi tundî wê yekê red kir.

Back to top button