Kultur
Mamoste Jîndar: Piştguhxistina zimanê dayîkê tawankariyê zêde dike
Radyoya Swêdî hevpeyvînek li gel Jîndar Erdal Toprak Mamosteyê Zimanê Dayikê ya Kurdî kiriye û di derbarê hewldana şaredariya Salayê (li Swêdê) ya ji bo kêmkirina alîkariyên aborî yên ji bo pirsa xwendina zimanê dayikê kir.
Mamoste Jîndar dide zanîn ku ev kêşe sê alî ye, bandorek xerab li ser xwendekar û zarokan dike, bandorek xerab jî li ser mamosteyan dike û hem jî tawankariyê di nava civakê de zêde dike.
Her wiha mamoste Jîndar dibêje: Bandora vê biryarê wê gelek xerab be, ji ber ku eger xwendekar û zarok nekaribin xwe di nava civakê de bînin ziman, wê ew zarok ji civakê dûr bikeve û dûr ketina ji civakê jî rê li ber tawankariyê vedike û paşaroja wan zarokan tê tarî kirin.