Kongreya CHPê ya 36ê li Enqere çêbû. Mixabin di armancên CHPê de tu guhertinek yan jî pêşketinek çênebû.Taybetî dema mirov temamiya axavtina serokê partiyê Kemal Kiliçdaroglu baş dinirxîne, ji bo kurda yan jî ji bo pirsa kurd tu tiştek nû tunebû. Dixweyê kongre CHPê wek xwe dihêle, ne pêşve û ne jî paşve pêşketinek tuneye.Wek caran siyaseta xwe ya statukuyê berdewa kir. Şerê Efrinê de pişgiriya xwe ji bo hukumetê da nîşandan. Behsa gelek tişta kir lê behsa pirsa kurd nekir. Bi awayek din CHPê siyaseta xwe ya çewt da xûyakirin ku ew partî bi tu awayî berê xwe nade dengên kurda. CHP jî wek MHPê ji piraniya bajarên Kurdistanê tê şûştin.Li Tirkiye gelek kes ji bo dijitiya AKPê xwe nêzik CHPê dikin. Lê li bajarên kurdan ev yek bi vî awayî çênabe.Yanî bi kurtahî CHPê ji bo kurda çibe ewe, siyaseta xwe berdewam dike.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: