”Garantiya ewlehiyê ye li Herêma Kurdistanê.”

Serokê Yekîtiya Zanayên Olî yên Îslamî li Kurdistanê di beşdariya ‘’Roja Dua ya Netewî’’ li Hewlêrê ragehand: Dema terorîstên DAIŞê hewl dan jiyana hevbeş li Kurdistanê ji holê rakin û êşa birayên Xiristiyan û Êzidî zêde kirin, Serok Barzani got ku ew ê yan bi hev re bijîn yan jî bi hev re bimirin. Em bi rastî bi hev re jiyan dikin.
Serokê Yekîtiya Zanayên Olî yên Îslamî li Kurdistanê, Ebdula Seîd, di merasîma Roja Dua ya Neteweyî de li bajarê Hewlêrê yê paytexta Herêma Kurdistanê gotarek pêşkêş kir û got: “Em ji ber wefata Papa Francis sersaxiyê dixwazin û hêvîdarim xwedê sebr û aramiyê bide.”
Herwaha got: “Îro roja duayê ye. Ez difikirim ku pêwîst e em hemû bi dilê paqij dua bikin û ji Xwedê bixwazin ku Kurdistanê biparêze û biratî, yekîtî û qebûlkirina hevbeş xurt bike, Xwedê Pêşmergeyên me û dezgehên me yên ewlehiyê biparêze, ku parêzvanên biratî, hevgirtin û jiyana hevbeş in li Herêma Kurdistanê. Xwedê temenê rêber, serok û Merciya me, birêz Serok Barzaniyê mezin bike, ji ber ku ev garantiya ewlehiyê ye li Herêma Kurdistanê.”
Ebdula Weysî got ku jiyana hevbeş li Herêma Kurdistanê yekane mînak e li Rojhilata Navîn, lê di heman demê de li tevahiya cîhanê jî, û got: “Tiştê ku Kurdan nîşan da ku di aştî û biratiyê de dijîn, li ti deverekî cîhanê tine ye. Di dîroka herêmê û dîroka Misilmanan de mînakek tine ku hin mizgeft ji bo stargeha nemisilmanan hatibin daxistin, dema ku xwişk û birayên me, Êzîdî û Xiristiyan ji destê terorîstên DAIŞê reviyan û hewara xwe anîn bo Herêma Kurdistanê û wê demê hejmarek ji mizgeftên li Duhok, Zaxo û Soranê bûn stargeha wan û li wan mizgeftan de man.’’
Serokê Yekitiya Zanayên Ola Îslamî li Kurdistanê got: “Li gelek welatan, jiyana hevbeş tenê dirûşmeyek e, lê li Kurdistanê ew rastî û kiryarek e. Dema ku birayên me yên Xiristiyan di sala 2012an de ji navend û başûrê Iraqê derketin, hejmarek mamosteyên olî çûn baregeha Neteweyên Yekbûyî û daxwaza mafên Xiristiyanan kirin. Ew axaftinên mamosteyên olî bûn sedema ku Pêşmerge ji bo bilindkirina xaça Xiristiyanan canê xwe feda bikin.”
Mela Ebdula Weysî got: Dema ku terorîstên DAIŞê dixwestin jiyana hevbeş li Kurdistanê ji holê rakin û êşa birayên Xiristiyan û Êzidî zêde kirin. Serok Barzanî got yan emê pêkve bijîn, yan jî pêkve bimrin. Bi rastî jî em li gel yek dijîn li ser vî welatî bi hev re jiyane û wan mafên xwe ji nû ve bi dest xistine û bi azadî dengê mizgeft, dêr û perestgehên Êzîdiyan li Kurdistanê bi eşkereyî tê perestin li Kurdistanê. Kes mafên yên din naxwe û kes mafên yên din binpê nake.