Cîhan
Di erdheja Stanbulê: 151 birîndar

Li Deryaya Marmarayê erhejek bi pileya 6,2 pêkhat. Piştî erheja pileya 6,2 şeş erhejên din bi pileyên cuda pêkhatin.Erdhej li Îzmîr, Balikesîr, Çanakkale, Enqere û li Usakê jî hat hîskirin. Welatî daketin kolanan. 151 kes ji ber panîkê ji bilindahiyê xwe avêtin birîndar bûn. Ji ber erdhejê ti avahiyên ku tên bikaranîn zerar nedîtin. Li Stanbulê ji kreş heta zanîngehan hemû saziyên perwerdehiyê du roj hatin girtin.
Piştî erdheja ewil li Behra Marmarayê erdhej berdewam dikin. AFAD li ser hesabê xwe yê medyaya civakî agahiyên li ser erdhejê parve dike.