Polîtîk

Fuad Hussein: Divê tirkiye ji axa Iraqê vekişe

Wezîrê Derveyê Iraqê li peywendiyeke telefoniyê da daxwaz ji her yek Wezîrên Derveyê Fransa û Almanya û Wezîrê Brîtanya yê Karubarê Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqa kiriye rola wan li rawestandina êrîşên tirkiye ya li ser Iraqê de hebê.

Wezareta Derveyê Iraqê daxuyaniyek belavkir û têda balkişandiye li ser wê yekê ku Fuad Hussein Wezîrê Derveyê Iraqê bi cûda cûda peywendiya telefonî li gel her yek ji Jean-Yves Le Drian Wezîrê Derveyê Fransa, Hayko Mass Wezîrê Derveyê Almanya James Kleferly Wezîrê Dewletê Brîtanya yê Karubarê Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqa kiriye.

Fuad Hussein li van peywendiyên telefoniyê de behsa pêşhatên siyasî û emniyên Iraqê kiriye û gotiye “Destdirêjiya tirkiye bûye sedema şehîdbûna du efser û serbazeke artêşa Iraqê”.

Hussein binpêkirina serweriya Iraqê ji aliyê tirkiye ve redkiriye her wiha wê destdirêjiyê şerezar kiriye ku li ser navçeya Sîdekan ya li parêzgeha Hewlêr li Herêma Kurdistanê rûdaye. Her wiha daxwaz kiriye hikumetên wan rola çalak ya ji bo rawestandina destdirêjiyên dûbareyên tirkiye û vekişandina wan hêzên tirkiyê de hebê ku hatine nav axa Iraqê.

Back to top button