Fredriksson: Armanc demokratîzekirina partîyên kurdî bû
Conny Fredriksson bi salan sekreteriya navnetewî ya Sosyaldemokratan kir. Demek dirêj berpirsê girûba kurd ya Sosyalîst Înternasyonal bû. Di şerê navxweyî yê navbera PDK û YNKê de navcîtî kir û hewl da YE ji bo aştiyeke navbera kurdan û Tirkî de berpirsiyartîyê bigre ser xwe.
Di hevpeyvînek berfireh ya bi Zayele re Conny Fredriksson qala xebat û nêrîna xwe ya bi kurdan re dike.
Conny Fredriksson yextiyarekî 72 salî ye. Ji temenê xwe yextîyartir xuya dike û newxweşiyê ew ji derb xistîye.
Berya 15 salan nexweşiya xwînpejîna mêjî ku jê re dibêjin stroke li Conny Fredriksson dide û van sê salên dawî nexweşiya wî giran bûye. Birêveçûn û denga wî xerab bûye. Paqên wî zeîf bûne, destên wî dilerizin û zimanê wî giran bûye. Lewra ew hew dikare derkeve rêwîtiyan û mecbûr maye ku ji siyasetê xwe bide paş.
“Ez carê gelekî digeriyim. Nexasim serdana Kurdistanê min pir dikir, lê îro ji min re zehmet e. Û bi henekî dibêje: “peyarêkên Kurdistanê ne li gor jiderbketîyan e”.
Lê berya ku Conny Fredriksson wiha laşlerizî û piştexûz, mecbûrê gopal bibe referensê herî girîng yê partîya Sosyaldemokratên Swêdê li ser pirsa kurd bû. Wek sekreterê navnetewî yê Sosyaldemokratan giraniyeke cuda ya gotinên Fredriksson hebû.
Kesayetîyên kurd yên ku Conny Fredriksson nas dikin behsa taybetmendîya wî ya pirskirin û mêraqê dikin. Û herçend ew vêga nexweş û yextiyar di malê de jî ye û yê ku çûye hevpeyvînê pê re bike ez bim jî, ev taybetmendiya wî û meraqa wî ya ji bo rewşa Kurdistanê ji pirsên wî dîyar dibe. Di nav bersivên xwe de çiqas ew fersendeke piçûk dibîne pirsekê ji min dike û ji pirsên wî xuya ye ku ew pêşveçûnên derbarê kurdan de ji nêz ve dişopîne. Wek mînak Conny Fredriksson pirsa hûrgiliyên êrîşa Qilabana Şirnexê, ku tê de 35 kes hatibûn kuştin ji min dike.
Conny Fredriksson diyar dike ku meraqa wî ya ji bo kurdan kevn e. Di salên 70, 80î de xetek serokê Swêdê Olof Palmê li hember kolonîalîsmê heye. Bi taybetî ji bo rizgarîya dewletên Afrîka yên bindest wî dixwest Sosyaldemokrat têbikoşin. Heman helwest ji bo kurdan jî derbas dibû.
Lê baldarîya zêde ya Conny Fredriksson bi komkujîya Helebçê re zêde dibe. Piştî êrîşê ew li ser navê Sosyalîst Înternasyonal bi heyetekê re berê xwe dide Kurdistanê û koçberên ku ji ber xezeba Sedam reviyane dibîne. Û ev nabe rêwîtiya wî ya dawî, piştre gelek caran ew diçe Kurdistanê.
Wek mînak di sala 19994 ê de li başûrê Kurdistanê şerê navxweyî di navbera PDK û YNK de rûdide. Fredriksson ji bo navcîtiyê diçe C. Talabanî û M Barzanî dibîne, di navbera wan de navcîtiyê dike, heta wê demê li ser destê wî lihevhatinek jî tê îmzekirin û ji bo demekê ew şer dirawestînin.
Emê vegerin ser têkiliya Conny Fredriksson ya bi kurdan re, lê ji bo famkirina xebat û armanca wî divê em piçekî li erk û wezîfên wî yên gisthî di nav sosyaldemokratan de binêrin.
Conny Fredriksson di salên 60î de, çaxê ew ciwanekî zanîngehê ye dibe endamê partîya Sosyaldemokrat. Sala ku Palme hat kuştin, ango di 86ê de ew dibe sekrterê navnetewî yê Sosyaldemokratan. Bi siyasetvanek din yê navdar, bi Pierre Schorri re wezîfa Fredriksson ew e ku piştgiriyê bidin têkoşerên çep yên li Amerîka Latîn û Başûr.
Awayê piştgirîya wan fêrkirina sîstema demokratîk û birêvebirina xebata demokratîk e. Û di tevaya jiyana Conny Fredriksson ya sîyasî de ev xal derdikeve pêş, ango demokratîzekirina rêxistin û partîyan.
Di navbera salên 95-2000 de Conny Fredriksson wek nûnerê Sosyaldemokratan di nav Sosyalîstînternasyonal de li Brukselê kar dike. Wezîfa wî vê carê hewldana demokratîzekirina welatên rojhilatê Ewrûpa ye. Karê xwe yê ji bo Macarîstan, Çekoslovakya û Yugoslaviya wê demê serkeftî dibîne, lê du welatên ku hewldana demokratîzekirinê li gor wî bi ser neket Ukrayna Belerûs in.
Demokratîzekirina partîyan, pêşvebirina rêbazên têkoşîna sivîl kakilê xebata wî ya sîyasî ye û di danûstandinê bi kurdan re jî pir eşkere dibe ku armancek wî ya bi vî awayî hebûye. Ji bo vê, danûstandinan bi piranîya rêxistinên rojhilat, başûr û bakurê Kurdistanê re dike. Demokratîzebûn û eger mumkun be endambûna Sosyalîst Internasyonal li gor wî dê bikaribîya derîyê dîplomasiyê li pêşîya têkoşîna kurd vekiriba. Pishtî sala 2000î ew berpirsê Grûba Pirsa Kurdî di nav Sosyalîst Înternasyonal de ye û rojane bi siyasîyên kurdan re di nav danûstandinê de ye.
Ji rêxistinên başûrê Kurdistanê ya ku herî bêhtir elaqeyê nîşan dide Yekîtiya Niştimanî Kurdistan e. Conny Fredriksson di sala 1992ê de beşdarî kongreya YNK ya li Silêmanîyê dibe û têkiliyên bi YNKê re her xurt dibin heta ku di 2008ê de şandeyek YNK ji bo dîtina perwerda birêvebirina partiyên demokratîk tên Swêdê. Berpirsê perwerdê Conny Fredriksson û wezîrê wê demê Morgan Johansson in.
Ji rêxistinên bakurê Kurdistanê danûstandinên Conny Fredriksson yên gerim bi partiyên kurdî yên wek HEP, Hadep, Dehap û DTPê re çêbûne. Ew serdana Leyla Zana di zindanê de dike û parlamenterên kurd yên revîyane Ewrûpa re pir caran rûdine. Ji bo ku HADEP û paşê DEHAP bibin endamên Sosyalîst Internasyonal dixebite.
Conny Fredriksson ne tenê dixwaze partiyên kurd yên legal li Tirkî bikevin nav Sosyalîst Internasyonal, ew herwiha dixwaze rê ji PKKê re jî bê vekirin. Lê muhra terorîzmê li PKK ye û ji bo ku mirov bikaribe daxwazek wiha ji siyasetvanên Ewrûpî bike, pêwiste PKK di bername û têkoşîna xwe de guhertinan pêk bîne. Bi vê armancê di sala 1996ê de bi heyetek sosyaldemokratên danîmarkî û awusturyayî re Fredriksson diçe Şamê û Öcalan dibîne.
– Mexseda me bi hevdîtina bi Öcalan re ew bû ku PKK derbasî têkoşînek sivîl û demokratîk bibe. Me ev wek erkek girîng didît, lê Öcalan tu soz nedan me.
Hewldanên wî yê bi heman armancê vê dawiyê jî berdewam dikin û di 2006ê de diçe Qendîlê û bi birêvebirên PKK re hevdîtinan pêk tîne.
Lê di xebata xwe ya bi kurdan re û bi taybetî jî yên bi bakurê Kurdistanê re Conny Fredriksson karê xwe serkeftî nabîne.
– Gelek sedem hene, yek ji van ew bû ku min destek ji ti serokên ewrûpî yên xurt nedît. Sosyaldemokratên Swêdê li pişta min bûn. Sosyaldemokratên Awusturya û Fransa destek didan hewldanên min. Wekî din siyasetvanên ewrûpî ne li dij bûn, lê herdem tiştin ji bo wan girîngtir diketin rojevê ku pirsgirêka kurdî dihat paşguhkirin.
Di van salên xwe yên dirêj di nav sîyasetê de Conny Fredriksson gelek serokên tirk û kurd dibîne. Ew dîyar dike ku têkiliyek wî ya baş bi serokê sosyaldemokratên tirk Erdal Inönu re hebû û ew mirovek fehman bû. Di pirsa kurdî de asoyek wî ya berfireh hebû. Lê ji Bulent Ecevît û Deniz Baykal qet hez nekiriye.
– Tu elaqê wî û sosyaldemokrasiyê ji hev nebû, berya her tiştî ew neteweperestekî tirk û kemalîst bû.
Derbarê serokên kurdan de jî nêrîna Fredriksson eşkere ye.
Pir balkêş bû. Di hevdîtina me ya bi Öcalan re wî Şeş saetan bênavber qise kir. Gelek keç û xortên çekdar yên ciwan li derdora wî bûn. Ew carcar nêzîk dibûn û diketin rewşa amade de.Sîstemek pir auktorîter bi min hat. Tenê mafê kesekî yê xeberdanê hebû, ew jî yê serok bû.
Mesûd Barzanî mirovek bêdeng û maqûl hat bi min. Lê ji gişt serokên kurdan yê ku min jê hez kir Talabanî bû. Ji ber ku ew wek şervan dest bi têkoşînê dike. Paşê giranîyê dide ser siyaseta sivîl. Helbet ev nêrîna min ya şexsî ye, lê bi min wiha hat ku meyla wî, xebata demokratîk bû. Talabanî xwe pir pêş xist. Ew îro di meydana dîplomasîyê de şarezayekî zîrek e.
Baş e, ev sîyasetvanê ku nêzîkê kurdan bûye çareserîyê di kû de dibîne? Fredriksson dîyar dike ku ji bo çareseriyê divê Tirkî sîstema xwe biguhere.
– Kurdên Tirkî jî divê giraniyê bidin ser siyaseta sivîl. Divê kurd kesên wek şaredarê Diyarbekirê Osman Baydemir bidin pêşiya xwe. Siyasetvanên ku nîşan dane ku ew dikarin birêvebiriya bajaran bikin. Ew sîyasetvanên ku tecrûbeya wan ya sîyaseta sivîl heye divê bên pêşvebirin. Lê ez dizanim sîyasetvanên wiha mixabin ji hêla kurdan ve rastî astengiyan tên. Du siyasetvanên din yên kurdistana Tirkî ku min nas kirin û şarezayê siyaseta sivîl in Ahmed Turk û Leyla Zana ne.
Lê, siyasetmedarê Sosyaldemokratê Swêdê yê teqawîd Conny Fredriksson bi xwe êdî kalek nexweş e. Ew ji bilî şopandin û xwendinê zêde nikare xebatekê bike, herçend dil pir dixwaze jî.
Beşîr Kavak/Zayele