Polîtîk

Bozyel:Yekîtî tunebe, azadî û rizgarî jî çênabe

Serokê Giştî yê HAKPAR’ê Bayram Bozyel, di salvegera damezrandina partiya xwe de peyamên yekîtiya neteweyî da û xwest hemû kurd di demeke kurt de yekîtiya xwe ava bikin.

Li Diyarbekirê 10’emîn salvegera Partiya Maf û Azadiyan (HAKPAR) bi kokteylekê hate pîrozkirin. Ji derdora HAKPAR, KADEP, nivîskar û rewşenbîr gelek kes tevli kokteylê bûn.

Serokê Giştî yê HAKPAR’ê Bozyel, diyar kir ku pêdiviya kurdan bi HAKPAR’ê heye û cara yekemîn wan ezberan xira kiriye û federasyonê xistine rojeva kurdan û Tirkiyeyê. Bozyel, bal kişand ku gelê kurd gelekî pirrengî û pirçînî ye û wiha got: “Pirsa kurd pirsa yekîtiya kurdan e. Me li aliyekî federasyonê parast û li aliyê din jî piştgirî da reforman.”

Bozyel, banga yekîtiya neteweyî li kurdan kir û aşkera kir ku yekîtî tunebe, azadî û rizgarî jî çênabe.
Bozyel, girîngiya vê serdemê ji AKnewsê re nirxand û wiha got: “Di van 10 salên dawî de kurd bûn xwedî statûyeke siyasî û niha ber bi serxwebûnê ve diçin. Ev destkeftiya federasyonê ya li Başûr, ji bo hezar salên li pêşiya me pir girîng e. Niha çavên hemû kurdan li Sûriyê ye. Hilweşandina rejîma Sûriyê dê deriyekî mezin ji azadiya kurdan re veke.”

Piştî axaftina Bozyel, mêvan tevli kokteylê bûn.

Back to top button