Kultur

Elîf Biyanî: Evîna hunerê bihêztire ji erdhejê

Dengêja kurd û endama komela jinên dengbêj (KJD) a Wanê, Elîf Biyanî, ji ber erdhejê ji bajarê xwe Wanê çûye bajarê Mersînê yê Tirkiyeyê ji AKnewsê re diyar kir ku, dest ji karê xwe bernedaye û li wir jî mijûlî karê mûzîk û dengbêjiyê ye.

Hunermend Elîf Biyanî behsa kar û xebatên xwe yên hunerî kir û got ku, ew li bajarê Mersînê jî karê xwe didomîne û vê dawiyê straneke kurdî çêkiriye û klîba wê jî kişandiye:

Deme em çûn bajarê Mersînê, heta me cihê xwe girt, piçekî zehmetî hebû, lê piştî ku me ev arîşeya xwe çareser kir, me dîsa dest bi karê xwe yê mûzîk û hunerî kir. Min stran û klamên kurdî nivîsandin û ji bo wan mûzîk çêkir. Min klîbek jî li bajarê Edene  kişand. Ezê demek nêzîk de, klîb û stranên xwe ji televîzyonên kurdî yên Tirkiyeyê û herêma Kurdistanê re bişînim. Yên guhdar dikin kêfa wan jê re tê, ez hêvîdar im televîzyon jî biweşînin.

Elîf Biyanî  di berdewamiya axavtina xwe de  diyar kir ku, beriya erdhejê di çarçoveya xebatên KJDê de, wê gelek kar kirine û got ku evîna wê ji bû hinera dengbîjiyê bihêstire ji erdhejê:

Mixabin, erdhejê karê me di nivî de hîşt. Lê evîna hunerê, guhê xwe nade erdhejê. Ez li Mersînê jî karê xwe didomînim. Endamên me yên din jî li gorî hêza xwe kar dikin.

Back to top button