Fazil Mîranî sekreterê polîtbûroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di daxiyaniyekê de ji bo kovara Sivîl got ku di roja çarşemiya bê de dê guhertin di hikûmetê û parlamentoya Kurdistanê de dest pê bikin û got:

Roja çarşemiyê dê parlamentoya Kurdistanê bicive û serokatiya nû a parlamentoyê hilbijêre. Piştî civînê bi sê rojan dê serokatiya nû a parlamentoyê nameyekê ji serokê herêma Kurdistanê re bişîne daku ew jî ji aliyê xwe ve Nêçîrvan Barzanî weke serokê hikûmetê û Îmad Ehmed weke cîgirê serokê hikûmetê bo pêkanîna kabîneya nû a hikûmeta herêma Kurdistanê bi fermî wezîfedar bike. Li gor qanûnaê divê serokê hikûmetê di nava 30 rojan de kabîneya nû pêkbîne.

Mîranî got ku dê wezaretên PDK û YNK weke xwe bimînin, lê eger aliyên opozisyon beşdariyê di kabîneya nû de bikin dê guhertin di wezaretan de çê bin:

PDK dê hindek ji wîrên xwe biguhere, lê ew yek zêdetir li ser serokawzîr dimîne. Me weke polîtbûroya PDKê biryar daye ku Nêçîrvan Barzanî bi xwe wezîran hilbijêre û polîtbûro tedexulê di destnîşankirina wezîran de neke.

Sekreterê polîtbûroya PDKê got ku dibe Aştî Hewramî li posta xwe weke wezîrê çavkaniyên derametên xwezayî û Kerîm Şingarî weke wezîrê navxwe li cîyê xwe bimînin.

Mîranî got ku ew dixwazin kabîneya nû kabîneyeke bingeh fireh be û hemû aliyên siyasiyên Kurdistanê beşdariyê tê de bikin:

Heta ji me bê em dê hewil bidin ku kabîneya nû kabîneyeke bingeh fireh be. Kabîneyek be ku wezîr ji bo îş bên dîtin nek u îş ji bo wezîra bê dîtin. Em dixwazin karnameya hikûmeta nû bernameyê lîsteya Kurdistanî, bernameyê çakzasiyê yê parlamentoya Kurdistanê, bernameyê çaksaziyê yê PDK û YNK, bernameya çaksaziyê yê opozisyonê be û ev hemû bername weke pirojeyekî niştimanî hikûmet li ser kar bike.

Mîranî got:

 Du helwestên aliyên opozisyonê li hember kabîneya nû hene;  yekem mezherîya û duyem jî cewheriye. Le mezher dibêjin em her sê alî bi hev re ne û beşdariyê di hikûmetê de nakin. Lê îro min daxuyaniyekê hevalekî Tevgera Goranê xwand ku dibêje; Em dê deng ji bo kabîneya heftem bidin. Evy ek jî karekî erênî ye. Ji ber ku beşdarî nekin tişteke û dij bin tiştekî din e. Em dixwazin beşdar bin, lê eger beşdar nebib jî em dixwazin dost bin û piştgiriya karên baş bikin û kêmasiya jî berçav bikin.

 

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: