
Fransa û Yunanîstan li deverên nêzîkî girava Girîtê ya Deryaya Spî bi pêkve çalakiyên serbazî encam didin û Fransa hebûna leşkerên Fransî ya li Rojhilatê Deryaya Spî zêdetir dike.
Hêzên Deryayî yên Fransa û keştiyên bi navê Lafayette û Tonnerre li gel hêzên deryayî yên Yunanîstanê û her wiha bi piştgiriya hêzên asmanî yên Fransa çalakiyên serbazî li Deryaya Spî encam didin. Bi van çalakiyan jî peyamek didin tirkiye ku li Deryaya Spî zêdegaviyê ji tixûbên xwe neke.