Fransa: Ji bo naskirina dewleta Filistînê şert û merc pêk nehatine

Îrlanda, Îspanya û Norwêcê di daxuyaniyên xwe de ragihandin ku ewê dewleta Filistînê bi fermî nas bikin. Piştî ku komek welatên Ewropayê naskirina dewleta Filistînê ragihandin, Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Stephane Sejourne jî diyar kir ku Filistînê heta niha şert û mercên fermî yên dewletbûnê pêk neaniye.
Sejourne, di daxuyaniya xwe de got: “Ev ne tenê mijareke sembolîk an jî mijar û pozîsyonek siyasî ye, lê amûrek dîplomatîk e û ji bo çareseriya du dewletên ku di nava aştî û ewlehiyê de li kêleka hev dijîn xizmetek e. Pêwîst e ev biryar bandorê li pêvajoyê bike”.
Ji aliyê din, piştî ku Îspanya, Îrlanda û Norwêcê di 28ê Gulanê de ragihandin ku ewê dewleta Filistînê nas bikin, herkesî berê xwe bi Maltayê vekir, ku berî niha îşaret bi wê yekê kiribû ku wê di vê mijarê de gavan biavêjin.
Di vê derbarê de Berdevkê Hikûmeta Maltayê ji rojnameya Times of Malta re axivî û got: “Dema ku dem hat û şertên rast û maqûl pêk hatin, wê Malta ji bo naskirina dewleta Filistînê amade be”.


