Cîhan
Fransa jî bi zimanê Kurdî zanyariyên li ser Korona belavkir
Hikûmeta Fransa zanyariyên di derbarê Korona bi zimanê Kurdî li ser malpera fermî ya Hikûmeta Fransa belav kir
Li malpera fermî ya Hikûmeta Fransa beyannameyek bi zimanê Kurdî bi her dû zaravayên Soranî û Kurmancî di derbarê xweparastina ji şewba Korona belav bû.
Wekî tê zanîn heta niha gelek welatên Ewrupî û welatên pêşketiyên cîhanê bi zimanê Kurdî di derbarê şewba Korona Kovid-19 de belavok û zanyariyên cûr bi cûr belavkirin.