Polîtîk

Armanca destêwerdana tirkiye li Sûriye ewe ku şerê Kurdan bike

Rojnameya Washington Times ragihandiye tirkiye bi du armancan destêwerdana Sûriyê dike ya yekem xwe mezinkirina li ser Rojhilata Navîn de û ya duyem zêdetirkirina êrîşên li ser grûpên Kurdane.

Li berdewamiya raporê de dibêje: Hikûmeta Sûriye mijulî rûbirûbûna li gel mîlîşiyayên navxweyiyane û eve jî şiyana li ser sînoran lawaz kiriye. Tirkiye jî vê yekê derfet zaniye û sînorên Sûriye bezandiye. Destêwerdanên Tirkiye êşên xelkê Sûriye zêdetir kiriye”.

Her wiha dibêje: “Hikûmeta Sûriye mijulî rûbirûbûna li gel mîlîşiyayên navxweyiyane û eve jî şiyana wî ya li ser sînoran lawaz kiriye. Tirkiye jî eve derfetek zaniye û sînorên Sûriye derbaskiriye. Amerîka hevdestê tirkiyêye li êrîşkirina li ser Kurdên Sûriyê û Şam jî vê hevdestiyê dizanê, ji ber ku Amerîka û tirkiye berjewendiyên hevbeş heye û Donald Trump glopa kesk ji bo tirkiye pêkir ku êrîşî ser Kurdan encam bide”.

Back to top button