Cîhan
Konsolxaneya Amerika li Kurdistanê: Li malê bimînin!
Konsolxaneya Giştî ya Amerika li Hewlêrê peyamek li ser torên civakî belavkiriye û xweşhaliya xwe aniye ziman ku xelkê Kurdistanê pabendî rêkarên Hikûmeta Kurdistanê ne.
Peyama xwe de Kosolxaneya Giştî ya Amerika li Hewlêra paytexta Kurdistanê dibêje: Xweparastin baştire ji başbûnê! mayîna li malê alîkariya parastina xwe û malbata xwe û karmendên tendirustiyê û karmendên hêla pêş ya berevaniyê û rêgiriya bi lez belavbûna şewba #CoronaVirus Koronayê dide.
Her wiha berdewamiya peyamê de dibêje: Em xweşhalîn ku dibînîn xelk bi erênî bersîva wan rêkarên rêgirîkirina Hikumeta Herêma Kurdistanê yên ji bo berjewendiya giştî didin. Li mal bimînin!