Cîhan

Fransa: Divê Tirkiye civaka Kurd û PKKê ji hev cuda bike

Wezîra Derve ya Fransayê Catherine Colonna daxûyakirin ku, li welatê wê jî mîna Yekîtiya Ewropayê (YE) PKK di “lîsteya rêxistinên terorê” de cih digire, bang li Tirkiyeyê kir ku cudahiyê bixe navbera PKK û civaka Kurd.

Wezareta Karên Derva ya Fransayê der barê hevdîtina Colanna ya bi Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu re roja Pêncşemê bi telefonê axivî.

Colonna di daxuyaniyê de bi bîr xist ku ‘PKK di lîsteya terorê ya YE’yê de ye’ û diyar kir ku divê di navbera tevgerên Kurd ên ku bi şîdetê re têkildar in û PKK’ê cudahî bê danîn.

Di daxuyaniya fermî ya li ser malpera Wezareta Derve ya Fransayê de hat ragihandin, ku Wezîrê Fransa herwiha tekezî li ser pabendbûna welatê xwe bi azadiya derbirînê û azadiya çapemeniyê kiriye.

Di 23’ê Kanûnê de li Parîsê di êrîşa çekdarî ya li dijî Navenda Çandê ya Ahmet Kaya de 3 Kurdan jiyana xwe ji dest dabûn.

Wezîra Fransî ev êrîş weke “şermezar” bi nav kir û ji Çavuşoglu re piştrast kir ku ji bo ewlekariya nûnertiyên Tirkiyeyê yên li welêt û cihên ku civaka Kurd lê dijîn tedbîrên zêde hatine girtin.

Çavuşoglu di pêwendiyeke telefonî de kiryarên li Fransayê yên piştî êrîşê şermezar kir û rexne li kişandina wêneyên siyasetmedarên Fransî di bin alayên PKKê de girt.

Çi qewimî?

Di 23’ê Kanûnê de li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Taxa Saînt Denîs a Strasboûrgê ya Parîsê êrîşeke çekdarî pêk hat.

Di êrîşê de hunermendê Kurd Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin), aktîvîst Emîne Kara (Evîn Goyî) û ji Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Abdurrahman Kizil ên di nava KCK’ê de jiyana xwe ji dest dabûn.

Piştre aligirên PKKê xwepêşandan kirin û li kolanş Parisê weseyet şewitandin ,êrîşê polîsan kirin û Paris kirin wek qada şer.

Back to top button