Cîhan

Fransa: Dibe ku tirkiyê siza bidîn

Li ser nakokiyên wan yên li gel tirkiye ya di derbarê destwerdanên tirkiye li Lîbya û her wiha lêgerîna li pey çavkaniyên uzeyan li deryaya navîn, Fransa daxwaza civîna lûtkeya Yekîtiya Ewrupa dike. Wezîrê Derveyê Fransa jî dibêje: Dibe ku tirkiye siza bidîn.

Jean-Yves Le Drian Wezîrê Derveyê Fransa li civîneke parlemena welatê xwe da ragihand, roja 13ê temmûzê, Wezîrên Derveyê welatên Endamên Yekîtiya Ewrupa dicivin û li civînê de behsa pirsa tirkiye dikin.

Wezîrê Derveyê Fransa ragihandiye, dibe ku li civîna welatên endamên Yekîtiya Ewrupa de sizayên din li ser tirkiyê da bisepênîn.

Jean-Yves Le Drian li civînekê de got: ”Li ser daxwaza me civîna Wezîrên Derveyê Yekîtiya Ewrupa li 13 temmûzê bi taybetî li ser pirsa tirkiye dibe. Renge li civînê de siza li ser tirkiyê da bisepênînm ku berê jî Yekîtiya Ewrupa li ser lêgerîna li pey çavkaniyên uze û enerjiyê li tixûbê Qibrisê tirkiyê siza dane.”

Back to top button