Cîhan

Erdogan û Mîrê Qeterê dicivin

Erdogan îro pênçşem serdana Qeterê dike û li gel Temîm Bin Hemed Alsanî dicive.

Li gor zanyariyan Erdogan û Temîm Bin Hemed, serokayetiya pêncemîn civîna lîjneya bilinda alîkariya stratejiya Qeter – tirkiye dikin ku têda babetên siyasî, aborî, bazirganî û pêşhatên navçeyê guftûgo dikin.

Danustandina bazirganiya di navbera tirkiye û Qeter li gor amarên sala 2019 bi rêjeya % 57 bilind bûye û gihîştiye bihayê yek milyar û 400 milyon dolarên Amerîkî. Her wiha hejmareke zêdeyê kompanyayên tirkî li Qeterê kar dikin û bi giştî projeyên wan gihîştiye 20 milyar dolaran.

Lîjneya bilinda alîkariya stratejiya tirkiye û Qeter sala 2014 hatiye damezrandin û heta niha pênc caran civiyane. Li sala 2015 ve binkeyeke serbaziya artêşa tirkiye li nêzîkî Doheya paytexta Qeter hatiye damezrandin û hêzeke artêşa tirkiye têda hatiye bi cîh kirin.

Li meha gulana îsal Wezareta Gencîne(xezîne) û banka navendiyên tirkiye û Qeter li ser ewe rêkkeftin, danustandina pereyên li navbera wan de ji pênc milyar dolar ve bikin 15 milyar dolar, eve jî yedega pereya banka navendiya tirkiye ji îflas û betalbûnê rizgarkir. Banka navendiya tirkiye daxwaza hemwarkirina rêkkeftina sala 2018 li gel banka navendiya Qeterê kir bo ku peywendiyên du aliyan di navbera xwe bi pereyên navxweyî pêşbixin û bibê sedema aramiya pereyê her dû welatan. Li gor rêkkeftina nû ya di navbera her du welatan, Qeter pereyê lîreyê tirkî bi riyalê danustdinê pêve dike.

Back to top button