Polîtîk
Amerîka li Rojavayê Kurdistanê firokxaneyek vedike

Li gor ajansa fermî ya Sûriye, Amerîka firokxaneyeke serbazî li dewrubera parêzgeha Hesekeyê vedike.
Ajansa Sana ya Hikûmeta Sûriye ragihand “Artêşa Amerîka bingeheke serbazî li navçeya Tilkoçer û Ye’rubiye ya li dewrubera Hesekê vedike ku firokxaneyeke serbazî jî li xwe digre”.
Her wiha balê dikşîne li ser wê yekê ku “Amerîka bi wê hengava xwe dixwaze hebûna xwe ya li Sûriye bihêztir bike û navçeyên neftî jî zêdetir kontrol bike”.