Polîtîk

“Amerîkaya Duyem” li dijî Kurd

Ewê li çiyayên Başûrê Kurdistanê rû dide qeyraneke dine û tenê ne operasyoneke. Eve destpêka guhertineke li navçeyê de. Rojhilata Navînek ku gelek caran ji berê zêdetir Amerîka û Rojavayiyan ji ber ku berjewendiya wan tûne tixûb ji bo tirkiye, Îran û Rûsya û ewên din deynin, lê belê ji wê çarenivîssaztir ji bo Kurd, rola nû ya tirkiyê ye ku li roleke akterên herêmiyên dinê wekî Îran û Rûsya bi bandortir dibe.

Ewê Îran, Rûsya û Suudiye dikin zêdetir ji bihêzkirina piyên xwe pêkhatiye li Rojhilata Navîn, lê belê tirkiye hengavan berev tişteke gelek mezintir davêje. Amerîkaya duyem li navçeyê. Mebesta min ji “Amerîkaya Duyem” ew rola ku gelek welatên navçeyê ji bo şer û aştiyê têda de dibînin bo ku yarmetiya wan bidî. Ewê tirkiye dike ewên din nikarin bikin. Îranek ku Amerîka û Îsraîl û Erebên Sunne bi dijmin dibîne û Rûsyayek ku gelek bêhêztire ji wê yekê ku medyayê tê behs kirin, nikarin wê rolê bibînin ku Suudiye û tirkiye dikarin li navçeyê de bibînin. Ew du welatên pir çekên Amerîkîne û cihê cografya wan stratejîtirin û ji hemûyan girîngtir, zilhêzên cîhanê hemû amadene kar li gel wan bikin û sunneya Ereb ku zorîneyê navçeyê ne bi dijminê heta hetayî nabînin.

Lê belê di demek da Suudî hê jî “Sultanê wan” ku Mihemed Bin Selmane nekariye desthilata xwe mîsoger bike û çaverêya mirina bavê xwe û bê hêzbûna hemû rikeberên xwe dike. Mijulî Riyaz û Yemene, tirkiye sultanê wî amadeye û dizanê kêşeyên navxweyî pêwîstî bi çareseriya derekiye.

Ewê tirkiye li çiyayên Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê û çolên Lîbya û deryaya navîn an ku deryaya spî û binkeyên serbazî li Qeterê vedike rengvedana destpêka rastiyeke nû ye li navçeyê de. Li sala 1830 ve tirkiye wekî niha nekariye li yek demê da dest li deryaya navîn û kendava Faris da bibe û li tixûbên Başûr “Piştika ji bilî Ereban” bi taybetî Kurd lawaz bike û sînorê desthilatê vegerîne ser tixûbên Erebîstanê.

Baştirîn amaje li vê demê de eweye ku rengvedana wê rola nû ya tirkiyê, piştgîriya dîplomasiya Rûsya û Çîne ji bo daxwaziyeke Enqere ku berê kes li vir li Encûmena Asayîşa Navdewletî bi cîddî wernedigirt. Eve 6 mehan zêdetire Çîn û Rûsya dijayetiya her proje biryarek dikin ku rê bi vekirina her derbasgeheke tixûbî bide ku raste rast hevkariya mirovî bigihîne Rojavayê Kurdistanê. Ewê ez agahdarbim li 2015 ve dema min wekî rojnamevanek dest bi rûmala karubarên Encûmena Asayîşê kir, tirkiye her ew cûre daxwaziyên xwe hebû ku tenê hevkariya mirovî û xwarin û vexwarina rojane jî raste rast bi tixûban de ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê neçe. Lê belê niha Rûsya û Çîn amaden guh li tirkiye bigrin û Amerîkî û Ewrupî li bersîva pirsiyarên min dijayetiyê dikin û li jûr û odeyên danustandinan karê ciddî li dijî hev nakin. Çîn û Rûsya hêceta wan eweye ku hemû hevkariyên mirovî pêwîste li bin desthilata Şamê ve bigihe Sûriye. Lê belê behsa ewe nakin ji bo çi deng bi proje biryarek didin ku rê dide hevkariya mirovî dûrî li desthilata Şamê raste rast biçê navçeyên bin desthilata çekdarên opozîsyonên hevpeymanên tirkiye.

Gelo tirkiye serkeftî dibê li vê hewla xwe ya ku bibe “Amerîkaya Duyem” li navçeyê de? Bersîva vê pirsiyarê bi taybetî ji bo min wekî rojnamevan zehmete bê pêşbînî kirin. Lê belê bi tevahî dibê “Amerîkaya Duyem” li navçeyê yan na? tirkiye niha amadeye wan hemû hêzên ku niha heye bikarbîne bo ku yekem: dawiyê bi her tiştek ku tenê bîhna PKK jî jêbê bîne. Duyem armanc -bi piştevaniya Îranê – Enqere kar li ser vegerandina doza Kurd dike li Iraqê ya berî sala 2003. Hîç nîşanek nîne ku tirkiye ji wê peymana sala 2017 ya tehranê poşman bûbê ku Wezîrê Derveyê tirkiye li vir li Newyork bi Wezîrê Derveyên Îran û Iraqê da, piştî ku civîneke çend demjimêrî ya sê qolî encamdan. Paşê tirkiye niha ewqas xwe bihêz dibînê ku li şûna wê yekê ku tenê çavê wî li neft û bazirganiya Başûrê Kurdistanê bê, çavê xwe avêtiye hemû Iraqê.

Vê carê çaverêya Amerîka û Ewrupayê nekin tixûbek ji bo wê deynin û nehêlin Herêma Kurdistanê zêdetir bêhêz bikin. Berê Amerîka tirkiye zêdetir wekî dîwarek bikardianî beramber Rûsya û Îranê, lê belê niha Amerîka û Ewrupa jî li Sûriyê, Lîbya û Deryaya Navîn pêwîstîya wan bi tirkiyê ye. Eve ji bilî wê peywendiye balkêş û pir nihêniya ku Donald Trump li gel Erdogan de heye. Her ji wê jî vê heftiyê ew hemû dîplomatkar agahdarî babetane û min li gel wan axaft û gumana wan nebû ku ewê tirkiye li Iraq û Lîbyayê jî dike “piştgîriya tevahiya Amerîkayê ye”. Amerîka yekeme û heta niha rê ji bo tirkiye xweşkiriye bibê hêza duyem û bi bandor ya li navçeyê. Îran û Rûsya her xewnên van cûre piştgîriya Amerîkî ve dibînin.

Ji ber wê girînge serkirdayetiya hemû aliyên Başûrê Kurdistanê li vê rastiya nû û xwezayiya hêza tirkiye têbigihin û nakokiyên xwe deynin aliyek û kongreyeke niştîmanî encam bidin ji bo rêkkeftina li ser yek helwest û planek. Raste neyarên Kurd bihêzin, lê belê Kurd dikarê gelek tiştan bike ku encamên xerapên vê serhildana nû ya tirkiye kêmbike û dawiyê bi xewna Îranê bînê ku Herêma Kurdistanê wekî Diyale û Basra bibê parêzgehekî dinê Iraqê. Aloziya navxweyî wiha dike zehmettir bê ji bo biryar bi destên Kurd ku derzeke mezin guhertinên derve de bikin. Eve jî gefên neyarên Kurd metirsîdartire. Dibe ku bihêziya wan demeke kurt bê, lê belê berbelaviya nav mala Kurdî li vê demê de dikare encamên dirêjtir hebê. Hîç mîsogeriyek nîne vê carê wekî tebaxa 2014 û cotmeha 2017 me rizgar bike.

Mecîd Nîzamedîn Gilî

Back to top button