Peyvdarê Wezareta Derveya Amerîka di derbarê êrîşên tirkiye û Îranê yên li ser navçeyên tixûbiyên Herêma Kurdistanê dibêje, dilgiranîn ji can ji destdana kesên sivîl. Daxwaz ji tirkiye, Iraq û Herêma Kurdistanê jî dikîn pêkve kar bikin ji bo têkşikandina PKK.

Peyvdarê Wezaretê ragihand ji wê dilgiraniya şer`îyane têdigihîn ku PKK ji bo tirkiye dirust dike. Lê belê divê di dema encamdana her kirdareke serbazî li Iraqê, serweriya wî welatî biparêzê.

Wezareta Derveyê Amerîka dibêje: “Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka daxwaz ji tirkiye û Iraqê bi hikûmeta Herêma Kurdistanê ve jî dike ji bo ku pêkve şikestê bi PKK bînin kar bikin”. Heman demî de amadeye hêsankarî û palpiştiya tirkiye û Iraq û Herêma Kurdistanê bike li têkşikandina PKK “Ji ber ku baweriya me eweye çareseriya emniyên demdirêj dema hemahengî hebê bi destve tên”.

Wezareta Derveya Amerîka dibêje: Ew nearamiya li Şingalê heye wiha kiriye, sedan hezar kesên kesukarê qurbaniyên jenosayda destê Da’îşê nikarin vegerin cihên xwe.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: