Cîhan

Her sê welat dijî otonomiya Sûriyê li hev kirin

Viladimir Putin Serokê Rûsya, Receb Tayib Erdogan Serokê tirkiye û Hesen Ruhanî Serokê Îranê li ser zêdetir kirina hewlên hevbeşên ji bo çareserkirina pirsa Sûriye rêkeftin.

Piştî lûtkeya sê qolî Serokê wan sê welatan li rêya video konferansê beyannameyeke hevbeş li ser pirsa Sûriye derxistin û têda tekez li ser bihêzkirina hemahengiya di navbera xwe ya li çarçêweya rêkeftinên Astana kirin.

Li beyannameyê da tekez li ser pêgirîbûna wan sê welatan bi parêzgerîkirina yekperçeyî ya axa Sûriyê kirin û wan hemû hewlan jî red dikin ku bi hêceta şerê dijî terorê ji bo pêkanîna rastiyeke nû li nav axa Sûriye tê dayîn, bi taybetî ragihandina îdareyên serbixwe an ku otonomiyê.

Back to top button