Polîtîk

Fransa amadeye her tehdîdeke li ser Kurdistanê hebe yarmetiyê bide

Êvariya îro yekşem 17.08.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Donî Goyêr Balyozê Fransa li Iraq û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de Balyozê Fransa li Iraq ji bo rexsandina vê hevdîtinê spasiya Serok Barzanî kir û ji bo wan tehdît û giriftên li encama êrîşa terorîstan ya ser Kurdistanê pêkhatiye nîgeranî û hevsoziya xwe jî ji bo gelê Kurdistanê nîşan da. Balyozê Fransa li Iraq wê yekê jî xisterû ku li wê yekê dilniyaye Kurdistan li ser rêya rast diçe û dikarê li karwana pêşketina xwe de berdewam bê û her wiha ji bilî balkişandina bi dostayetiya kevina gelê Kurdistan û gelê Fransa ragihand ku Fransa amadeye li her demek de tehdîdek li ser gelê Kurdistanê hebê yarmetiyê bide. Balyozê Fransa li Iraq balkişand li ser wê yekê ku welatê wan li yarmetîdana mirovî û serbaziya ji bo Herêma Kurdistanê berdewam dibê û welatên dinê Ewrûpa jî han dide ku yarmetîdana xwe de çalaktir bibin. Di derbarê helwesta Bexda ya li ser yarmetîdana Herêma Kurdistanê Balyozê Fransa li Iraqê balkişand li ser wê yekê ku Hikûmeta Iraqê li beranber wê rewşa mirovî û emniya li Kurdistanê pêkhatiye divê hest bi berpirsiyariyekî zêdetir muamele bike.

Li beranber da Serok Barzanî bi xêrhatina Balyozê Fransayê kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û bi navê xelkê Kurdistanê spasiya Serok û Hikûmet û gelê Fransayê kir ku li demên teng da bi kirdarî li cem gelê Kurdistanê rawestiya û rola pêşrewaneya Fransa ya ji bo handana welatên Ewrûpa ku yarmetiya Kurdistanê bidin bi bilind nirxand.

Di derbarê rewşa bereyên ceng de Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku em rûbiruyê dewletekî terorîstî ya pirçek bûne ku çekê dû welatên Sûriya û Iraqê ketiye destê wan û Pêşmerge jî ku eve 10 sale ji aliyê Hikûmeta Iraqê abluqe li sere pêwîstî bi çekêke ku bikarê wan terorîstan bişkîne ku gelek çekên nû li ber destê wane.

Li vê hevdîtinê de Serok Barzanî bi hurî di derbarê jenosayda Kurdên Êzîdî û koçberbûna wan û her wiha koçberbûna Mesîhiyan rawestiya û wê yekê xisterû ku hejmara koçberan li şiyana Herêmê derketiye bi taybetî jî ku eve 8 mehe Bexda budçeya Herêma Kurdistanê biriye û niha jî li gel terorîstan li şerekî berdewam dayîn. Li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî balkişand li ser hebûna hejmarekî zêdeyê biyanî ku li nav rêzên Da’îş û berengarbûna terorî bi erkekî navdewletî li qelem da.

Di derbarê siyaseta Bexda jî Serok Barzanî ragihand ku berpirsiyariya dirustbûna vê rewşa xerab dikevê ser şanê Hikûmeta Iraqê ku ne li meseleya koçberan û ne jî li şerê dijî Da’îş de berpirsiyariya xwe bi cîh neaniye.

 

 

Back to top button