Nivîsar

Amerika ji bo çi li Hewlêrê baregeheke leşkerî ava dike?

Amerika ji bo çi li Hewlêrê baregeheke leşkerî ava dike? Eve serdêra gotara Robert Ford Balyozê berê yê Amerika li Şamê ye ku li rojnameya Şerqul Ewsat de nivîsiye.

Robert Ford dide zanîn ku eger Parlementoya Iraqê piştgiriyê bide kabîneya nû ya Iraqê, tu gûman nîne ku hikûmeta nû dê ji bo derxistina leşkerên Amerika ji Iraqê dest bi xebatên lez û bez bike. Her çende eve jî girêdayî peymanan û biryara yasanasên Iraqiye ku dê di vî warî de biryara dawî bidin.

Berpirsên Amerika li Munihê şûna ku li gel Wezîrê Derveyê Amerikayê bipeyvin vê yekê nekirin û dijî wê biryarê dan ku şûna wî li gel Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Kurdistanê re hevdîtinê bikin. Helbet Mihemed El Hekim ne dijî Amerikaye. Her wiha David Schenker Cîgirê Wezîrê Derveyê Amerikayê 09.01.2020 serdana Hewlêrê kir û li gel berpirsên Kurdan civiya, lê neçû Bexdayê. Bi vê yekê jî dixwaze desthilata Bexdayê biçûk bixe.

Her wiha Amerika bi biryarekê Banqa Federal ya New Yorkê neçar kir ku bi milyar dolarên dahatên neftê neşîne Banqa Iraqê. Eve jî nîşana wê yekê ku Amerika hesaba Iraqê ragirtiye.

Di dawiyê de Ford dibêje: Amerika dixwaze paşaroja xwe ya li Iraqê, bi avakirina baregeheke leşkeriya li Kurdistanê mîsoger bike. Divê Washington ji bîr neke ku raste Kurdên Iraqê dostên herî nêzîkên Amerika ne, lê divê bizane ku ewan jî xalên xwe yên lawaz heye. Li sala 2017 an de me yek ji wan xalên lawaz dît. Her wiha desthilata Bexdayê qada hewayî ya Kurdistanê li destê xwe de girtiye û ew kontrol dike. Eger birastî jî armanca Amerika dijî terorê be ji bo çi li Hewlêrê baregehe leşkerî ava dike. Wisa diyare rêveberiya Trump dixwaze li gel Kurdan hevpeymaniyeke demdirêj û stratejîk pêkbîne. Bi raya mina şexsî eve ne fikreke başe, eger planên wan bi vî awayî be, divê Washington dev ji biçûkxistina rêvebiriya Bexda bîne û gefan li wan nexwe û li gel wan bikeve nava danustandinan.

 

Back to top button