Flash: El Qaide li Surî çekên Kîmyewî û Uranyumê bi destxistîye!

Li gora nûçeyek gelek taybet ji çavkaniyek cihî baweriyê gihayî Rojevakurd, i bûyerek gelek girîng li Suriye li bajarê Helebê çêbûye.
Wek tê zanîn di nava opozisyona Suriye de gelek grubên cuda hene ku li dijê rejîmê şer dikin.
Hinek ji van gruban bi sere xwene. Yek ji wan jî hêza El Qaîde ye.
Li gora çavkaniyekî grubek taybet li ser El Qaîde ve di serkeşîya berpirsek yê El Qaîda Iraqê êrîşek taybet li dijê baregehek ya rejimê kirine.
Êrîş birine li ser nawenda lêkolînên zanyarî. Li vê nawendê gelek çekên kîmyewî û Uranyûm a çêkirî heye. Şervanên El Qaîde çekên kimyewî û Uranyûm ji vê nawende derêxistine û gihandine Iraqê.
Serkêşîya vê gruba El Qaîde kesek bi navê Ebu Dua kiriye. Niha pirs ewe ku dê El Qaîde vê oranyûmê û çeken kîmyawî li dijê kê karbîne.
Ji bo vê yekê jî di serî de bingehên Emerîka li herêmê û Iraq bi xwe jî her demî dikare bibe armaca êrîşan bi van çekan.