Civak
PKK-ê êrîş kir 7 leşkeran jiyana xwe ji dest da

Di rêya navbera Bajarê Çewlikê û Mûşê de çekdarên PKK êrîşek birin ser karwanek leşkerî û di encamp de 7 leşkerî jiyana xwe ji dest da û 63 leşker jî birîndar bûn.
Leşker di otubusek sivlî de bûn û ji Çewlikê diçûna Mûşê. Di rê de çekdarên PKK-ê bi roketan êrîş birin ser vê otubusê û otubus şewitî. Di encamp de 7 leşker şewitin û 63 jî birîndarin.
Ji berî niha 3 roja cardin çekdarên PKK-ê êrîşê minibusek polisan kirî bûn di encam de 8 polisan jiyana xwe ji dest dabûn.
Li ser vê bûyera dawî serokwezîrê Tirkiye Receb Tayib Erdogan di cih de ji bo civînê bangî serfermandarê hêzên çekdarên Tirk kir. Dê li ser vê bûyerê bicivin.