Lîsteya Malikî tevgera Goran xapand
Parlementerkî tevgera Goranê li parlementoya Iraqê, di daxuyaniyekê de diyar kir ku, fraksyona Goranê, ji bona ku wan jî endamek di komîsyona hilbijartinên Iraqê hebe, pişta xwe bi lîsteya Dewleta Yasayê a bi serokatiya Nurî Malikî ve girêda “lê wan Goran firot.”
Parlementerekî tevgera Goranê yê ku nexwestî navê wî bê aşkerekirin, ji AKnewsê re got:
– Fraksyona Goranê li parlementoya Iraqê di xebatên ji bona destnîşankirina endamên komîsyona hilbijartinan de ser neket, ji ber ku wê ew xwe bi lîsteya Dewleta Yasayê ve girêda û wan jî Goran firot.
– Piştgiriya helwest û nêrînên lîsteya Dewleta Yasayê ji bo diyarkirina endamên komîsyona hilbijartinên Iraqê, zirarek mezin li me da. Herwesa li Bexdayê jî zirar gihîşte me. Tevger û fraksyona Goranê tu hevkariyek bi dewleta yasa re tune lê xuya ye serokê fraksyona Goranê bi lîsteya Malikî re hevpeymanî danî bû.
Wek tê zanîn, tevgera Goran xwest endamên komîsyona hilbijartinan ji 9 bo 15 bê zêdekirin û yek kes ji Goranê jî di komisyonê de çî bigire, lê pêşniyara wan deng nehanî.