Kultur

Projeya Şaredariya Amedê ya "Mala Rojê" xelat stand

 

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, projeyek xiste sepandinê û bi wê projeyê layiqa xelatê hate dîtin. Projeya bi navê “Mala Rojê”, projeyeke ekolojîk e û ji bo parastina xwezayê qezenceke mezin e. Tê zanîn, li Tirkiyeyê ji bo hilberîna enerjiyê gelek caran xweza tê wêrankirin û derdor tê talankirin. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê  li Kurdistan û Tirkiyê Projeya Mala Rojê dabû destpêkirin.

Ev projeya şaredariyê ya Mala rojê, ji aliyê Organîzasyona Eurosolar ve, weke projeya enerjiya ekolojîk ya herî baş hat nirxandin û hêjayî  xelatê hate dîtin. 

 Xelat ji aliyê Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr ve hat wergirtin.

Şaredarê Başarê Mezin yê Amedê Osman Baydemîr, di merasîma xelat girtinê de bal kişande ser girîngî û bikaranîna enerjiya rojê û diyar kir ku, ew bi vê projeya mala rojê, qet zirarê nadin hawirdorê û bi vê awayî karin ji xwezayê  enerjiyê hilberînin.

Projeya Mala Rojê, ji aliyê Yekitîya Ewrupa ve hatibû qebûlkirin. 

Taybetiya Projeya Mala Rojê ev e ku, germahiya rojê, vediguherîne enerjiya ceryanê. Ev enerjiya, ne wek bendavan xwezayê wêran dike, ne jî hawirdorê gemarî dike.  

 

Back to top button