Cîhan

FKKS hevkariya bi bajarê Solna re hêz dike

Daxuyaniya çapemeniyê

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê(FKKS) hevkariya bi bajarê Solna re xurt dike.

Solna, 23ê Tebaxê, 2023.

Îro di navbera serokê FederasyonaKomeleyên Kurdistanê Berzan Kockaya li gel Rodî Rawej û Bawer Kevir û seroka desteya şaredariya Solna Sara Kukka-Salam civîneke serkeftî û berhemdar hate lidarxistin. Gotûbêjan bal kişand ser rola girîng a ku rêxistinên raman-rêveber di avakirina civakek bihêz û berfireh de dilîze.

Hevkariya bajarê Solna û Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê hevkariya civakî bi xort dike. Di encama hevdîtinan de, bi armanca pêşxistina têgihîştina çandî û pêkvejiyana di şaredariyê de, biryar hat dayîn ku hevkariya di navbera her du aliyan de zêdetir xurt bibe.

Ji bo pêşwaziya germ me spasiya xwe ji Sara Kukka-Salam re anî ziman û tekezî li ser girîngiya vê destpêşxeriyê kir ku hem li ser civaka herêmî hem jî li ser endamên kurdên Swêdê bandorek erênî çêbike. Alî li bendê ne ku li ser vê diyalogê ava bikin û bi hev re ji bo civakek hevgirtî û berfireh li Solna bixebitin.

Berzan Kockaya
Serokê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê

Back to top button