Kultur

Fîlmeke Kurdî bû namzetê Oscars ê

Kurtefîlma Mîsî Bexda li derhênana sînemakarê Kurd Sehîm Umer Xelîfe, li lîsta dirêja Oscars da ji bo sala 2015 hatiye tomar kirin û biryare li gel 50 fîlmên cîhanî de pêşbirkê bike.

Li vî derbarî de Sehîm Xelîfe ragihand “Li dû rojên derbasbûyî de fîlma Mîsî Bexda karî sê xelatên sînemayî wekî baştirîn fîlm li çend festîvalekî de bi destbîne, wekî 17 mîn xula festîvala navneteweyî ya Bermuda li Amerîka û heştemîn xula fêstîvala fîlma mesqet li Amman xelata baştirîn fîlm bi destanî, her wiha li festîvala MM 11 fîlma topapê li Almanya duyem xelata baştirîn fîlm bi destaniye”.

Her wiha Xelîfe ragihand‌ “Salane bi hezaran kurte fîlm têne berhemanîn, lê belê tenê 50 kurtefîlm li lîsta dirêja Oscars da têne tomar kirin,  pênç ji van fîlman ji bo xelata oscars wekî baştirîn kurtefîlm hatine namzet kirin, fîlma min jî yek ji wan pencih fîlmane û li oscar de wê pêşbaziyê bike”.

 

Back to top button