Cîhan

Kurdistan pêşwaziyê li biryara wezareta derve ya Macaristanê dike

Li bajarê Hewlêrê, duhî roja sêşemiyê yekê nîsanê, Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwazî li Peter Weyner Mantel cîgirê wezîrê dewletê bo karûbarên derve yê hikûmeta Maciristanê û şandeya pê re ku, ji Tîbor Zatmarî sefîrê Mecaristanê yê Îraqê, Gîza Mîhabî rêvebirê beşê Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqyayê li wezareta derve ya wî welatî pêk kat bû, kir.

Di civînekê de ku, Karwan Cemal cîgirê berpirsê têkeliyên derve û Suham Cebelî alîkara berpirsê têkeliyên derve amade bûn, wezîrê dewletê bo karûbarên derve yê Macaristanê kêfxweşiya xwe li hember serdana bo herêma Kurdistanê nîşan da û got ku, ev yekem care ew serdana Hewlêrê dike û got: ”Em pê kêfxweş in û şanaziyê jî pê dikin ku, em di çîroka serkeftina herêma Kurdistanê de di warê avadankirin û pêşkeftina aborî de hevbeş in.”

 

Wezîrîrê Macaristanê di axaftina xwe de behsa serdana vê dawiyê a serokê herêma Kurdistanê bo Macaristanê kir û wî ew serdan bi serdaneke serkeftî wesif kir. Wî xwesteke welatê xwe ji bona zêdetir pêşxistina têkeliyan bi herêma Kurdistanê re diyar kir û got ku, di demek nêzîk de ew dê konsulxaneya welatê xwe li Hewlêrê vekin.

Ji aliyê xwe ve, Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve biryara wezareta derve ya Macaristanê a di warê vekirina konsulxaneya xwe li Hewlêrê bi biryareke giring wesif kir û got hikûmeta herêma Kurdistanê bi germî pêşwaziyê li wê biryarê dike:

– Em gelek bi giringî li têkeliyên xwe yên bi Macaristanê re dinêr in û em dixwaz in têkeliyên me berfirehtir û domdirêj bin. Em dixwaz in sud ji tecrûbeya welatê Macaristanê di warê perwerde, şûnewar, bazirganî, sermayerazandin û tûrîzmê de werbigirin.

Back to top button