Kultur

Ebru Yaşar: Ez Kurdim, lê mixabin Kurdî nizanim

Ebru Yaşar navekî diyar û ber bi çavê Tirkiyê ye, ew çendîn sale stranan distrê û bi berhemên xwe kariye bala hezkireke zêde bikşîne aliyê xwe û berî çend rojekî jî ji bo beşdarîkirina rêwresmên cejna Newrozê wê dawetî Hewlêrê kirin. Yaşar ku li çarçêweya heştemîn festîvala Azadî û Newrozê hatibû Kurdistanê beşdarî festîvalê kir û hunera xwe pêşkêşî Hewlêriyan kir. 

Yaşar ku li festîvalê de ala Kurdistanê bilind kiribû, piştî festîvalê bersîva pirsiyara rojnameya Hewlêrê da û evîna xwe ya ji bo gelê Kurdistanê dûpatkir û hêvî xwest ku xelkê Kurdistanê her bi xweşî û bexteweriyê de bijîn û hemû rojên wan xweşî û aheng bê.

Ebru Yaşar da zanîn ku ew yekemîn care tê Kurdistanê û serdana Hewlêra paytext dike. Dibêje eve ji bo min xweşhaliye ku serdana Kurdistanê dikim. Ewê zêdetir jî min dilxweş dike eweye, ku yekem care beşdarî li ahenga navneteweyî ya Newrozê da li gel xuşk û birayên xwe yên li Başûrê Kurdistanê dibim, Başûrê Kurdistanê bi duyemîn welatê dayik dizanim.

Her wiha hevpeyvîna xwe de Ebru Yaşar dide zanîn ku ew Kurde lê mixabin bi Kurdî nizane û dibêje: Belê, dûbare tekez dikim ku ez Kurdim, her çende ez li nava hunerê de bi hunermendekî Tirk hatime naskirin, lê belê bi nîjad Kurdim, lê mixabin zimanê Kurdî nizanim. 

 

Back to top button