Polîtîk

Li Holanda sê Kurd bûne Endamê Encûmena Bajarvaniyê

Li hilbijartina Encûmena Bajarvaniyan da ku roja 19 ê adarê li Holanda birêveçû, bi giştî şeş Kurd ku xwe kandîd kiribûn, sê ji wan serketin û bûne Endamê Encûmena Bajarvaniyê.

Murad Memîs li bajarê Ayndhovn li ser lîsta Partiya Sosyalîst bi destxistina 3802 deng bû endamê Encûmena Bajarvaniyê.

Birgul Ozmen li bajara Denhax li ser lîsta Partiya Demokratên Şest û Şeş (D66) bi 1180 dengan bû Endama Encûmena Bajarvaniyê

Soma Sûrênî li bajarê Roterdam li ser lîsta heman partiyê bi 750 dengan bû Endama Encûmena Bajarvaniyê.

 

Back to top button