Filistîn li NY bû dewleta çavder
Neteweyên Yekbûyî di dengdana xwe ya Giştî de îro biryar ji bo Filistînê da û ew wek Dewleta Çavdêr pejirandin.
Ew dewletên ku ne endamên Neteweyên Yekbûyî ne, bi piraniya dengdanê ji aliyê NY ve dibin dewletên çavdêr.
Di dengdana NY ya îro de ji bi Filistînê, 138 dewletan dengdana erêtiyê, neh welatan jî dengdana natiyê bi kar aniye û 41 dewlet jî erêna mane. Bi vê statuya Filistînê, Filistîn gavekî din jî nêzî serxwebûna xwe bûye.
Filistîn bi vê xeyseta xwe ya nû, êdî dikare gilîyê Îsraîlê di hin waran de bike û doza qerebûyê jî lê veke.
Hêjayî gotinê ye ku ev daxwaza Filistînê li ba NY pir dereng maye, lê belê UNESCO nehêlaye ku derengtir bimîne û xistiye dengdanê.
Piştî ku xeysetê Dewleta Çavdêr bo Filistînê ji aliyê NY ve hate pesendkirin, serokdewletê Filistînê Mehmûd Ebas axaftina spasiyê kir û dilxweşiya xwe anî zimên.