Ji do ve ye ku li temamiya Sûriyê Internet û telefon ji aliyê Rejîma Beşer Esed ve hatine qutkirin.
Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan a Sûriyê ku navenda wê li Londonê ye, daxuyaniyek da ku li temamiya Sûriyê Înternet û telefon ji aliyê rejîma Be´sê ve hatine qutkirin. Pêşî ew li bajarên wek Şam, Heleb, Hema û Humusê hatine qutkirin, lê piştre li temamiya Sûriyê hatine qutkirin.
Komîteya Şoreşê ya Sûrî daxuyaniyek da û got ku bi vê kiryara hanê, rejîma Sûrî xwestiye ku dengêşoreşê negîje dinyayêserhildanê bifetisîne. Jixwe ji meha Adarê ve ye ku carbicar Internet jî û telefon jî dihatin qutkirin, lê vê carê va ye bi temamî hatine qutkirin.