Polîtîk

Fîdan: Li herêmê metirsiya şer heye


Wezîr Fîdan got, “Em dibînin ku Îsraîl gav bi gav dest bi êrîşên xwe yên li dijî Lubnanê dike û metirsiya şer li gel Misrê û Urdinê jî heye.”

Wezîrê Derve yê Tirkiye Hakan Fîdan, derbarê teqînên pager û radyoyê yên li Lubnanê di weşana zindî de daxuyanî da. Derbarê êrîşan de Fîdan got, “Îsraîl pêşwext ji kirînên Hizbullahê agahdar dibe û piştre bi rêya kompaniyên pêşîn bandorê li wan dike.”

Fîdan diyar kir ku rageşiya li herêmê bi fikar e û got, “Teqînên ku ev 2 roj in li Libnanê pêk tên, operasyonên ku weke ‘operasyonên firsendê’ tên dîtin. Cudahî heye, ev operasyoneke mezin e. Roja ewil min telefonî serokwezîrê Libnanê kir û min got ku em ji her cure arîkariya tibbî re amade ne.” “Em dibînin ku Îsraîl dest bi êrîşên xwe yên li dijî Libnanê dike.

Fîdan têkildarî rewşa ewlehiya sîber a li Tirkiyeyê jî wiha got: “Li welatê me di derbarê ewlehiya sîber de haydariyeke mezin heye. Di Wezareta Veguhastinê de saziyên me hene û li MÎT’ê jî yekîneyên gelekî jêhatî hene. Pêşniyara lêkolîneke serbixwe ya ewlehiya sîber hat kirin.”

Fîdan diyar kir ku “hikûmeta fanatîk” a li Îsraîlê stratejiya ji holê rakirina hemû tehdîdan meşand, li Xezayê stratejiyeke demikî pêk anî, niha jî li Libnanê vê yekê pêk tîne û got, “Bi piştgiriya Amerîkayê vê yekê dike. Ji bo vê yekê hêzek pêwîst e da ku ji dev vê rêya xwe berde.”

Fîdan diyar kir ku li Urdun û Misirê metirsiya şer heye û got, Netanyahû bi biryar e ku şer li herêmê belav bike û got, “Divê ev dînbûna Îsraîl a ji aliyê Rojava ve tê pişgirî kirin bê rawestandin.” 

“Em duh li Urdunê bûn. Urdunê jî xwe xiste asta hişyariya leşkerî. Projeya Netanyahu ya dizîna hemû axa Filistîniyan a li herêmê ku bi piştgiriya Rojava pêk hat, dewam dike.

Niha hizra fanatîk li Îsraîl siyaseteke dûrî aqil û ji bo tunekirinê dimeşîne û hikûmet jî gav bi gav stratejiyekê pêk tîne. Piştî Xezayê diçe Libnanê. Dibe ku ew paşê berê xwe bide deverên din. Dema ku vê yekê dike, ew piştgirîya Dewletên Yekbûyî jî digire. Divê pergala navneteweyî beriya ku dereng be dest ji vê yekê berde. “Ev dînbûn ne tenê zirarê dide Filistîniyan, di heman demê de paşeroja Îsraîlî jî îpotek dike.”

Pirsa Suriye

Daxuyaniyên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ku gotibû ew amade ye bi Serokê Sûriyeyê Beşar Esed re hevdîtinê pêk bîne bi bîr xist. Fîdan diyar kir ku ev demek e muzakere bi awayekî nerasterast dewam dikin û wiha got.

“Me di formên cuda yên îstîxbaratî û leşkerî de nîqaş kir. Di encama formata Astanayê û peymana leşkerî ya ku me bi Rûsyayê re çêkir, bi taybetî ji sala 2017’an ve şerekî cemidî heye, nakokî tune, atmosfera bêdengiyê heye. Ji wê demê ve em difikirin ku divê ji bo çareseriyeke mayînde ji bo hin pirsgirêkan gav bên avêtin.

Em dixwazin çarçoveyeke siyasî bibînin ku tê de her du alî di şerê di navbera rêjîm û opozîsyonê de bigihin rêkeftinekê. Berî normalîzekirina bi Tirkiyê re, divê bi milyonan penaberên Sûriyê yên li derveyî welat werin berçavgirtin. Ez di wê baweriyê de me ku eger Tirkiye bi vî rengî çareseriya ku dixwaze hebe, Sûriye dê bikare pirsgirêkên din bi hêsanî çareser bike.”

Back to top button