Polîtîk

Fidan karê xwe kiriye

Ji bo hevdîtinên di navbera MIT û PKK-ê de pêkahtîn , gelek aliyan rexne li serokê MIT-ê Hakan Fidan kirin. Beşek medya Tirkî pirsî ku, dê niha çi bibe. Lê Di vê derbarê de serokwezîrê Tirkiye daxuyaniyek da û got: Em Fidan nakin feda ji bo van tiştan.

Niha jî Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ahmed Davutoglu di vê derbarê de daxuyaniye da û got: “Li tevayî cîhanê karê dezgehên îstixbaratê diyare. Ew erkê ku desthilatdariya siyasî didin wan pêktînin.

 Tê îdia kirin ku di nav MIT-ê bi xwe de nakokî hene û grubek dijê Hakan Fîdan ev dengê hevdîtina di navbera MIT û PKK-ê de belav kirine. Ev yek hatiye kirin da ku Fidan ji cihê xwe bibe.

Lê hukumet û desthilatdariya siyasî li Fidan xwedî deket. Li gora agahdariyan dê piştî vê bûyerê hinek guhertinên berbiçav di nav dezgehê MIT-ê de çêbibin.

Back to top button