Êvariya îro roja 09.12.2013 festîvala payîza Kurdistanê ya mûzîk û stran li hola Pêşewa bi amadebûna hunermendên her çar perçeyên Kurdistanê û bi mîhvanan destpêkir.

Festîvala ku ji aliyê Wezareta Rewşenbîrî û Lawên Kurdistanê ve hatiye rêkxistin, hunermendên her çar perçeyên Kurdistanê têda beşdar dibin.

Destpêkê û yekem roja festîvalê de bi gotarê serpereştiyarê festîvalê Ariyan Ferec û êvare huneriyên hunermendên Dihok û bajarê Sine ya Kurdistana Rojhilat destpêkir.

Festîval çar roj didome û li rojên dawî de hunermendên bajarê Silêmanî, Amed, Kerkûk, Germiyan, Turkmen û Suriyan birêvediçê.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: