Polîtîk

DXB ji bilî alîkariyê çalakiyên civakî jî ji bo Rojavayiyan saz dike

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî destxweşiyê li hevbeşên wargeha Quştepe kir û bi aheng û muzîk û şano şiyanên xort û gencên penaberên li nav wargeha Quştepe pîşanda û şadiyê xiste dilê amadevanan.

Li gel pêşkêşkirina hevkariyên berdewam ya penaberên Rojavayê Kurdistanê, ku nîştecihê wargehêne, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ahengekî li wargeha Quştepe ji bo penaberên wargehê rêkxist. Li vê ahengê de gencên behremend karîn xwe li gotina sirûd û stran û pêşkêşkirina şanoyê de pîşan bidin û amadevanan keyfxweş kir. Li destpêka rêwresmê de Musa Ehmed Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, amadehiya Dezgehê ji bo pêşkêşkirina hevkariyên berdewam ya penaberan nîşanda û spas û pêzanînên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî pêşkêşî hevbeşnan û hevkarên dezgehê kir.

Back to top button